Mal
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji kurdistaniyan û DTP'ê xwest ku pêvajoya nû baş û rast fêm bikin

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji kurdistaniyan û DTP'ê xwest ku pêvajoya nû baş û rast fêm bikin û got ku di demeke kin de wê niyata AKP'ê diyar bibe.

Ocalan ji bo çareseriyê jî got ku pêwiste dewleta tirk wekî neteweya demokratîk kurdan qebûl bike û ji ber mirina hunermend Aram Tîgran jî xemgîniya xwe anî ziman.

Ocalan pêr hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û derbarê pêvajoya dawî de dîtinên xwe anîn ziman û peyamên girîng dan.

Ocalan girîngiya birdariya kurdan anî ziman û got ku, pêwist e kurd xwe bi biryar bikin û wekî berê berpirsyariyê neavêjin ser wî.

Ocalan da zanîn ku bi nêzîkatiya berê çareserî û têkoşîn nameşe û got: 'Pêwist e êdî wekî berê ne li benda tiştan bin û pêwist e êdî herkes xwe bi biryar bike'.

Hemu bixwîne...
<< Start < << 1 2 >> > End >>