Gerîlaya HPGê Bahar Kaplan bi navê kod Nergîz Garzan bi merasimekê hate bîranîn.
Merasima bîranînê doh li Wargehê Penaberên Mexmûrê pêk hat.
Xizmên Kaplan jî di nav de, gelek kes tevlî merasimê bûn.
Xalê gerîlaya HPG`ê Bahar Kaplan , Abdulkerîm Tûnç, di merasimê de axivî û behsa jiyan û têkoşîna gerîlaya HPG`ê Bahar Kaplan kir û da zanîn ku, nirxên hêja, şehîdên Kurdistanê ne.
Tûnç anî ziman ku, Ewê hertim têkoşîna şehîdan bidomînin û ala têkoşîna şehîdan jî bilind bikin.
Merasim bi siloganên `Şehîd Namirin` bi dawî bû.
Gerîlaya HPG`ê Bahar Kaplan, bi navê kod Nergîz Garzan di sala 1978`an de li gundê Mijîn yê Beytuşebabê hatibû dinê, di sala 1991`ê de, tevlî nav HPG ê bûbû û di şerê 5ê Kanûna 1994`an ya li bejahiya Mûşê de, jiyana xwe ji dest dabû. |