|
Ji civîna doh ya rayedarên sivîl û eskerên tirk jî, çîroka tê zanîn derket. Desteya Bilinda Têkoşîna qaşo li dijî terorê ya tirk, doh di bin serokatiya Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek de pêk hat.
Tevî rayedarên sifîl, rayedarên artêşê, polîs û MÎT`ê jî tevlî civînê bûn.
Di civînê de, têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya Kurd hate nirxandin û rayedarên artêşê jî, derbarê operasyonan de, beşdarên civînê agahdar kirin. Ji civînê jî, çîroka tê zanîn, ji nû ve hate gotin. Di daxuyaniya piştî civînê de hate gotin ku, biryara têkoşîna li dijî PKK`ê hatiye destnîşankirin û biryara berdewama têkoşîna li dijî PKK`ê hatiye girtin. |