Di şerê Erzînganê de 4 leşkerên tirk hatin kuştin û gerîlayekî HPG'ê jî jiyana xwe ji dest da.
Navenda çapemeniya HPG'ê diyar kir ku, di 10'ê Hezîranê de li bejahiya navçeya Erzîngan Kemahê, di navbera gerîla û leşkeran de şer derketiye.
Li gorî daxuyaniyê di encama şer de 4 leşkerên tirk hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn e. Navenda çapemeniya HPG'ê dazanîn ku, di encama heman şerî de, gerîlayê wan yê bi navê Hasan Bîtkîn bi navê kod Cafer Arslan jiyana xwe ji dest daye. HPG'ê diyar kir ku, doh jî li bejahiya navçeya Dêrsim Hozatê jî, şer derketiye û di encamê de leşkerek miriye, leşkerek birîndar bûye û gerîlayên wan jî bêwendahî vegeriyane cihê xwe. Navenda çapemeniya HPG'ê dazanîn ku, doh li bejahiya navçeya Colemerg Şemzînanê jî, gerîlayên YJA STAR û leşkeran şer kirine. Di encama şer de jî, hêzên YJA STAR 2 leşker kuştine û gelek jî birîndar kirine. Li aliyê din,HPG'ê diyar kir ku, di şerê 7'ê hezîranê li bejahiya Çewligê derketibû de jî, gerîlayê wan yê bi navê Halîs Karamanli bi navê kod Dilbirîn yê di sala 1979'an de hatiye dinê jî, jiyana xwe ji dest daye. |