Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ji Dundar re 3 sal û 9 meh ceza | Çap kirin |



 Dadgeha tirk cezaya girtîgehê da Dundar.

Dadgeheke tirk, 3 sal û 9 meh ceza da parêzêrê Ocalan, Îrfan Dundar.

Rûniştina doza derbarê parêzerên Ocalan, Îrfan Dundar û Mahmût Şakar de, bi îdîaya tevlî civîneke Kongra-Gel bûne hatibû vekirin, li 12mîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê pêk hat.


Parêzer Îrfan Dundar û parêzerê wî Ozcan Kiliç jî tevlî rûniştinê bûn.

Parêzerê Dundar, Ozcan Kiliç di rûniştinê de axivî, îdîayên dozgeriyê red kirin û anî ziman ku, ti delîlên îspat dikin muwekîlê wî endamê rêxistineke îlagele, nîne.

Kiliç dazanîn ku Dundar, ji ber ku parêzertiya Ocalan dike, tê darizîn û ji heyeta dadgehê xwest li gorî hiqûqê tevbigerin û biryara beratê bidin.

Lê belê heyeta dadgehê, dosyaya parêzer Mahmût Şakar veqetand û bi îdîaya sûcê alîkariya Kongra-Gel kirîye, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da parêzer Îrfan Dundar.

< <<   >> >