Mal
Ciwanên Kurd damezrandina Tevgera Ciwanên Demokratîk yên Welatparêz îlan kirin | Çap kirin |
Ciwan wê ji niha û pê de,li ser rêxistinbûn û çalakiyan rawestin.

Li ser rexnedariya 2 salan, rêxistinên ciwanên kurd, di bin banê 'Tevgera Ciwanên Demokratîk ên Welatparêz' de hatin cem hev.

Xebatên ciwanan ku beriya niha parçe parçe dihatin domandin, êdî di bin banekê de, bi giştî bi tarza meclîsê, li herêman jî bi awayê komîteyan wê bêne meşandin.

Endamê Meclîsê Yucel Genç, derbarê xebatên ciwanan de, diyar kir ku piştî gelek nîqaşan wan  biryar girtiye ku 'Tevgera Ciwanên Demokratîk ên Welatparêz' wê xebatên xwe li zanîngehan, dibistanên navîn, kolan û kuçeyan ku ciwanên karker, betal û xwendekar lê ne bimeşîne.

Genç got: Emê heta dawiyê, li nîrxên gelê xwe xwedî dekevin. Li ser ciwanên kurd, pêkan  êrîşên mezin heye.

Ciwanên ku dixwazin di nava tevgera şoreşger de cîh bigirin, bi pêkanînên cuda têne sekinandin. Li herêmê salên dawî li ser ciwanên kurd faliyeta sîxurtiyê hate meşandin. Ev pâkanîn ji bo pûçkirina ciwanên kurd tê kirin. Lê em hewldidin ku van pirsgirêkan ji holê rabikin."
< <<   >> >