Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Massîmo D'Alema, xwest ku pirsgirka kurd bi rêyên siyasî were çareserkirin.
Rojnameya îtalî La Rebuplîca, derbarê serdana D'Alema ya Tirkiyê de nûçeyek nîvîsand.
Rojnameya îtalî La Rebuplîca, derbarê serdana D'Alema ya Tirkiyê de nûçeyek nîvîsand. Li gorî nûçeyê Wezîr Massîmo D'Alema derbarê operasyoneke li hemberî Başûrê Kurdistanê de, banga hestiyariyê li Tirkiyê kiriye û gotiye: 'Heger di sînorê Tirkiye û Iraqê de pirsgirêk hebe, divê ev ne bi rêyên leşkerî, divê bi diyaloga her du hukumetan were çareserkirin'. Wezîrê îtalî Massîmo D'Alema diyar kiriye ku, operasyoneke muxtemel a artêşa tirk li hemberî Başûrê Kurdistanê, wê di warê navneteweyî de jî rê li ber aloziyan vebike. D'Alema, bal kişandiye ser pirsgirêka kurd ya li Tirkiyê jî û xwestiye operasyon werin rawestandin û pirsgirêka kurd jî bi rêyên siyasî were çareserkirin. Li aliyê din, D'Alema piştî hevdîtina bi Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan re, diyar kir ku, ji ber wî di sala 1998'an de Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê nekiriye, xwe sûcdar nabîne. |