Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Namzetên serbixwe bi coş tên pêşwazîkirin | Çap kirin |


   Namzetên serbixwe yên
hezar hêviyan, li herêmên hilbijartin
bi coş û heyecaneke mezin tên pêşwazîkirin.

Li Batmanê namzetên serbixwe Bengî Yildiz û Ayla Akad Ata civîneke gel pêk anîn, li Rihayê Îbrahîm Bînîcî buroya hilbijartinê vekir û li Dêrsimê jî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl, bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan namzetê serbixwe Şerafettîn Halîs.

Namzetên serbixwe yên hezar hêviyan yên Batmanê, parêzer Bengî Yildiz û Ayla Akad Ata, li taxa Beşevlerê civîneke gel pêk anîn.

Bi sedan kesên Yildiz û Ata pêşwazî kirin; soza hilbijartina namzetên hezar hêviyan dan.

Namzetên serbixwe Bengî Yildiz û Ayla Akad Ata, operasyon û pêkanînên dewleta tirk şermezar kirin û anîn ziman ku, ew ê li parlemenê bibin berdevkê gel.

Li Rihayê jî, namzetê serbixwe yê hezar hêviyan Îbrahîm Bînîcî li navçeya Xalfetiyê bi beşdariya bi sedan kesan, buroya hilbijartinê vekir.

Li Dêrsimê jî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan namzetê serbixwe yê hezar hêviyan Şerafettîn Halîs.

Li Dîlokê jî, namzetê serbixwe yê hezar hêviyan Vakkas Dalkiliç û komîsyonên piştgiriya ji bo wî, li tevahiya bajêr dest bi xebatan kirin.

Namzetên serbixwe yên hezar hêviyan yên Şirnexê, Sevahîr Bayindir û Hasîp Kaplan jî, ji bo xebatên wan ên hilbijartinê neyên astengkirin, serî li walitiyê dan.

< <<   >> >