Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Demîrtaş û Irmak bûn hev-serokên DTP’ê | Çap kirin |
    Nûrettîn Demîrtaş û Selma Irmak bûn Hev-serokên DTP’ê. Meclîsa DTP’ê ji bo hilbijartina hev-serokên partiyê li hev kom bû.

 

  Di civînê de, Nûrettîn Demîrtaş û Selma Irmak ji bo cigiriya hev-serokatiya DTP’ê hatin hilbijartin. Hev-serokên DTP’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk ji ber namzetiya serbixwe, mecbûrî ji wezîfeya xwe îstifa kiribûn. 

Li aliyê din, di civînê de, ji bo cihên endamên Desteya Rêveber ên ji ber namzetiyê îstifa kiribûn jî,

Besîme Gonca, Ayfer Ekîn, Gulay Colap, Çîmen Işik, Kemal Aktaş, Kemal Çalgan, Emîralî Çelebî û Ahmet Aday hatin wezîfedar kirin.

 

Meclîsa partiyê ji bo saymantiyê Pelguzar Kaygusuz, ji bo têkiliyên derve Kemal Aktaş,ji bo berpirsyariya çapemeniyê Sîbel Oz û ji bo karên hilbijartin û rêxistinî jî, Mûstafa Sarikaya wezîfedar kirin.

 

Endamên Meclîsa partiyê jî, piştî civînê, ji bo alîkariya namzetên serbixwe belavî bajaran bûn.

 
< <<   >> >