| Cerdevanan operasyonan red kirin | | Çap kirin | |
Li navçeya Wan Elbaqê 24 cerdevanan tevlîbûna operasyonekê red kirin.Li gorî nûçeyeke DÎHAyê, 24 cerdevanên gundê Hasanbey ya Elbaqê, ligel israra rayedarên tirk tevlî operasyona li dijî gerîlayên HPGê nebûne.
Li gorî nûçeyê, hewldanên qeymaqamê Elbaqê Alî Arslantaş yên ji bo îknakirina cerdevanan jî bê-encam maye. Di meha nîsanê de jî, li bajaroka Rûbarûk ya Şemzînanê 500, li Doganliyê jî 240 cerdevan, tevlîbûna operasyonan red kiribûn. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Dr.Bahoz Erdal jî di rojên derbasbûyî de, ji bo tevlî operasyonan nebin, bang li cerdevanan kiribû. Erdal, dabû zanîn ku cerdevanên tevlî operasyonan nebin, ew ê jî wan hedef negirin. Li aliyê din, doh li bejahiya Qilabanê ya Şirnexê, ji ber sedemeke nayê zanîn, di navbera leşker û cerdevanan de şer derketibû. Di encama şer de, 3 cerdevanên gundê Dagdiriyê miribûn. Di vê navberê de, li Mahabadê jî, artêşa Îranê 4 cerdevan kuştin û 10 jî birîndar kirin. Li gorî agahiyan, şerê di navbera leşkerên Îran û cerdevanan de, ji ber cerdevanan kincên gerîla li xwe kiribûn derketiye. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Li navçeya Wan Elbaqê 24 cerdevanan tevlîbûna operasyonekê red kirin.