Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Hukûmeta Harêma Başurê Kurdistanê ambargo danî ser herêma Qendîlê | Çap kirin |
Piştî hevdîtina di navbera Serokê Emerîkayê Bush û Serokwezîrê Tirkiye Erdogan de, zextên li Başûrê Kurdistanê zêde bûn.

Tevî girtina buroyên PÇDK'ê û zextên li ser kampa  penaberan a Mexmûrê, li herêma Qendîlê, li ser gelek gundan jî ambargo hate danîn.

Hat diyarkirin, li balafirgeha Hewlêrê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin û Kurdên ji Ewrûpayê diçin, ji nêz ve tên şopandin.

Di vê demê de ku zext zêde dibin, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî jî heyetek şand Tirkiyê.

Hat diyarkirin, mijarên ku wê heyeta çûye Tirkiyê bîne rojevê, pêr di civîna Meclîsa Bilind a Partiyên Siyasî yên Kurdistanê de hatiye nirxandin.

Hat gotin, eger serdana heyetê baş derbas bibe, wê paşê jî heyeteke payabilind biçe serdana Tirkiyê.
 
Hukûmeta Tirk jî li dijî Başûrê Kurdistanê gefên xwe yên şer didomîne û di Desteya Wezîran a îro de jî ev mijar hate rojevê.

Di vê navberê de ji alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Berê yê Emerîkayê Rîchard Holbrooke, tevlî bernameyeke li ser amadekariyên şer ên Tirkiye bû û got, ew texmîn dike ku artêşa Tirk di nava hefteyekê de li Başûrê Kurdistanê bikeve nav tevgerê.
< <<   >> >