Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Rêberê KCK'ê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî | Çap kirin |

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan vê hefteyê jî bi parêzerên xwe re hevdîtina xwe ya asayî pêk anî.

Ji parêzerên Ocalan Asya Ulker, Xetîce Korkut, Mehmet Bayraktar û Muherrem Şahîn, doh ji bo hevdîtinê çûn navçeya Bursayê Gemlîkê.

Piştî kontrolên rûtîn ên li fermandariya Cendermeyan, parêzer bi keştiyê çûn giravê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

Wekî din komek faşîst li Gemlîkê kom bû û dema parêzer çûne noqteya kontrolê xwepêşandaneke provokatîf li dar xistin.

Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişandibû ser rewşa şer û hewaya lînçê ya di civakê de pêşketiye û dabû zanîn, ku ev hewldan di encama siyasetên bi zanebûn de pêk tên.

Ocalan gotibû, ev yek bi konsepta dayreya şerê taybet ya di bin banê NATO de pêk tê.

Guhdarên hêja tê payîn ku parêzer derbarê hevdîtinê de îro an sibe daxûyanî bidin çapemeniyê.

< <<   >> >