Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK: 'HPG wê ji bilî parastina rewa tu çalakiyan lidarnexe | Çap kirin |

 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê diyar kir ku, hêzên HPG'ê wê ji bilî parastina rewa tu çalakiyan lidarnexin.

Desteya Rêveber a KCK'ê derbarê daxuyaniyeke nîvîskî weşand û ji ber zêdebûna alozî û tengezariyan dewlet û artêşa tirk berpirsyar girtin.

KCK'ê dazanîn ku hêzên HPG'ê ji bilî parastina rewa tu çalakiyan lidarnaxin û anî ziman ku, heger operasyon rawestin, wê alozî û tengezarî jî bi dawî bibin.

Desteya Rêveber diyar kir ku, artêşa tirk bi awayekî zanebûn, aloziya civakî pêş dixe û bi vê yekê jî, hewl dide koalîsyona nîjatperest ya Kizil Elma di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Koma Civakên Kurdistan bi bîr xist ku, agirbesta di 1'ê cotmeha 2006'an de îlan kiribûn, hê bi awayekî fermî ranebûye, lê belê ligel vê artêş operasyonên tunekirinê lidardixe û gerîla jî li hemberî van operasyonan xwe diparêze.

Desteya Rêveber a KCK'ê dazanîn ku, gerîlayê HPG'ê tenê li hemberî operasyonan xwe diparêzin û çalakiyên bersivdayinê pêk tînin û wiha dewam kir. 'Heger artêşa tirk operasyonan rawestîne. Wê hêzên HPG'ê jî bizanibin bi awayekî berpirsyar tevbigerin. Heger kes an derdorên bawerî tiştek wisa nakin hebin jî, dikarin bi xwe werin rewşê tespît bikin'.

KCK'ê ji hukumeta tirk jî xwest ku, heger dixwaze hilbijartin di rewşa asayî de pêk werin, operasyonên artêşa rawestîne.

Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji hemû hêzên navnetewî, netewî, raya giştî ya demokrat û derdorên demokrat û rewşenbîrên tirk jî xwest, li hemberî konsepta zextan a dewletê ya li dijî gelê kurd bêdeng nemînin.

< <<   >> >