| Civîna dij PKK | | Çap kirin | |
Rayedarên sivîl û leşkerî yên tirk ji bo têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya kurd binirxînin li hev kom bûn. Civîna bi navê ewlekarî seat di 16'an de li serokwezeretiyê, di bin serokatiya Recep Tayîp Erdogan de dest pê kir. Rayedarên sivîl û leşkerî yên tirk ji bo têkoşîna li dijî Tevgera Azadiya kurd binirxînin li hev kom bûn. Civîna bi navê ewlekarî seat di 16'an de li serokwezeretiyê, di bin serokatiya Recep Tayîp Erdogan de dest pê kir. Wezîrê Karên Derve Abdullah Gul, Wezîrê parastinê Vecdî Gonul, Serfermandar Yaşar Buyukanit û Fermandarê Hêzên bejayî Îlker Başbug jî di nav de, gelek rayedarên leşkerî û sivîl tevlî civînê bûn. Sedema civîna îro jî, zêdebûna wendahiyên artêşa tirk e. Artêşa tirk di demên dawî de, ligel hemû hejmara zêdeya leşkeran û teknîka pêşketî, ji gerîlayên Hêzên Parastina Gel HPG'ê darbeyên mezin dixwe. Hêzên tirk herçiqas li ber xwe didin, wendahiyên xwe veşêrin, lê belê ji ber hejmara zêde, nikare wendahiyan veşêre. Li gorî reqemên fermî yên artêşa tirk, tenê di nava meheke dawî de, yarbay û bînbaşî jî di nav de, zêdetirî 60 leşkerên tirk hatine kuştin. Lê belê li gorî çavkaniyên herêmî û şahîdan, hejmara leşkerên di nava meheke dawî de hatine kuştin, 100'î zêdetir e. Rayedarên tirk jî, ligel darbeyên mezin, wekî salên berê dîsa îdîayên 'wê PKK'ê biqedînin' didin. Bi taybetî jî Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û Serfermandarê artêşa tirk Yaşar Buyukanit. Erdogan û Buyukanit jî, wekî Serokwezîr û Serfermandarên berê, 'dibêjin wê dawî li PKK'ê bînin. Çavdêrên siyasî jî bi bîr dixin ku, ji sala 1984'an ji roja şerê çekdarî yê PKK'ê û vir de, 8 serokwezîr û 7 serfermandarên artêşa tirk guherîne û dibêjin, her 8 serokwezîr û 7 serfermandarên artêşê jî, bi gotinên 'wê PKK'ê biqedînin dest bi wezîfeyêkirine, lê belê ew bi xwe qediyane. Heman çavkanî balê dikişînin ser hewldanên Tevgera Azadiyê yên ji bo çareseriya demokratîk û dibêjin: 'PKK heta niha ji bo şans bide çareseriya demokratîk gelek caran agirbestên yekalî îlan kirin. Herî dawî jî, par di 1'ê Cotmehê de agirbest îlan kir.Lê belê dewlet bi operasyonên îmha û jahrdayina Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan bersiv daye. Herwiha ligel hemû hişyariyan, guh nedaye bangên çareseriya demokratîk û ji ber vê jî, berpirsyarên wendahiyên îro, rayedarên tirk bi xwe ne. Çavkaniyên nêzî PKK'ê jî bi bîr dixin ku, di demên dawî de, PKK gelek caran, rayedarên tirk hişyar kirine, ji wan xwestine ku, ji bo çareseriya demokratîk bikevin nava hewldanan, lê belê dewleta tirk operasyonên tunekirinê bersiv dane. Heman çavkaniyan bi bîr xistin ku, artêşa tirk ji mehên biharê û pê ve, Bakurê Kurdistanê bi leşkeran tijî kiriye û bi sed hezaran leşker li herêmên sînor bi cih kirine û gotin: 'Berpirsyara rewşa îro dewlet bi xwe ye. Hatina îro ji doh diyar bû. Lê belê dewlet bersiva erênî neda hewldanên ji bo çareseriya demokratîk. Berovajî operasyonên îmhakirinê pêk anîn. Ji ber vê jî, Tevgera Azadiyê jî, dest bi parastina aktîf kir'. Çavkaniyên nêzî PKK'ê li ser civîna îro ya li Enqerê jî bi bîr xistin ku, rayedarên dewleta tirk heta niha bi dehan civînên bi vî rengî lidarxistine, lê belê tu encam bi dest nexistine. Heman çavkaniyan rêya encam-bi-destxistinê, ango çareseriyê jî destnîşan kirin û anîn ziman ku, rêya çareseriyê di mûxatab-girtina Rêberê Koma Civakên Kurdistan KCK'ê Abdullah Ocalan re derbas dibe. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
