Piştgiriyeke din a ji bo Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, ji rûniştvanên Wargeha Penaberên Mexmûrê hat.
Meclîsa Gela Demokratîk ya Mexmûrê, di çarçoveya kampanya 'Êdî bese, bi serok bijî û bide jiyandin' de, civînek pêk anî. Rêveberên Meclîsa Gel jî di nav de, bi sedan kes tevlî civîna ji bo Ocalan bûn. Endamê Meclîsa Gel Mûstafa Yagmûr di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya kampanya bi silogana 'Êdî bese, bi serok bijî û bide jiyandin'. Yagmûr bi bîr xist ku, Ocalan li Girava Îmraliyê bi tecrît û pêkanînên kêfî rû bi rû ye û got: 'Divê hemû kurd bibêjin 'Êdî bese, bi serok bijî û bide jiyandin tevbigerin'. Civîn bi siloganên 'Bijî Serok APO' û 'Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok' bi dawî bû. |