Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Mexmûr 11 gerîla bi bîr anîn | Çap kirin |
 Gelê Wargeha Mexmûrê, 11 gerîlayên li bejahiya Qilabanê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasimekê bi bîranîn.
Merasima ji bo bîranîna 11 gerîlayan, li ber Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat.

Malbata ji 11 gerîlayan yê Îdrîs Babat bi navê kod Xwînrej Botan jî tevlî merasimê bûn.

Endamê Meclîsa Gela Demokratîk a Mexmûrê Mûstafa Yagmûr di merasimê de axivî û ji malbatên 11 gerîlayan û ji gelê kurd re sersaxî xwest.

Yagmûr da zanîn ku, rêya xwedî derketina şehîdan, bi cih anîn daxwaza wan mumkun e û banga xurtkirina têkoşînê li hemû kurdistaniyan kir.

Piştî axaftinan jî, siloganên 'Şehîd Namirin' û Bijî Serok APO' hatin qîrîn û dûre jî kesên tevlî merasimê bûbûn, ji xizmên Îdrîs Babat bi navê kod Xwînrej Botan re sersaxî xwestin.

< <<   >> >