Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Nerazîbûna Kurdan dewam dike. | Çap kirin |
 Ji bo rojnamevanên Kurd li Hewlerê gireva biçîbûnê destpêkir.

Li dijî biryara dardekirina rojnamevanên Kurd, nerazîbûn dewam dike.

Li Hêwlerê ji bo rojnamevan Adnan Hasanpur û Hîwa Botimar çalakiya greva birçîbûnê destpêkir.

Ji bo rojnamevanê Kurd Adnan Hasanpur û Hîwa Botimar ku rejîma Îranê cezayê dardekirinê daye wan, li Başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.

Bi vê armancê li Hêwlerê li pêşiya Sendîkaya Rojnamevanan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Li Silemanî jî 30 xwendekarên zanîngehê bi heman armancê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Sibe jî malbata her du rojnamevanên Kurd wê li Silemanî daxuyaniya çapameniyê bidin.

Ji aliyê din Kogra Gel ,Federasyona Keskan a Îtalî û Partiya Keskan a Avusturya cezayê derdekirinê şermezar kirin û xwestin biryar were rawestandin.

Di vê navberê de disa Dadgeheke Îranê, bi îdîaya endamê PJAK'e, cezayê îdamê dabû kurdistaniyê bakurî Hasan Hîkmet Demîr.

Malbata Hîkmet Demîr bi tirs û fikar e.

Birayê Hîkmet Demîr,Hasan Demîr got, "Birayê min tenê careke derket pêşberî dadger. Heyeta dadgehê jî ji xwe mîna sûcdarekî wî lêpirsîn kir. Di dosyayê de gelek tiştên nakok hene. Tevî ku parêzerê wî nebû, mîna ku parêzer birayê min parastiye hatiye nîşandan.

Mûstafa Demîr ji bo pêşiya îdamkirina birayê wî were girtin, banga hestiyariyê li saziyên navnetewî kir.

< <<   >> >