| Li Wan û Mêrdînê zextên hilbijartinê | | Çap kirin | |
Piştî navçeya Wan Elbaqê, li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî, hilbijêr, bi sedema dengên xwe dane Parlementera DTP'ê Emîne Ayna, rastî zextan tê.
Li gorî agahiyan, leşkerên tirk, bi sedema dengên xwe dane Parlemena DTP'ê Emîne Ayna, zextan li gundên Werzîke û Bakwan ên Kerboranê dikin. Gundiyên Werzîke û Bakwanê diyar kirin ku, leşkeran ew tehdît kirine û bi bahaneyên kêfî ji erebeyên wan re jî, cezayên trafîkê dibirin. Li navçeya Wan Elbaqê jî, ser-cerdevan Îskender Ertûş ji ber hilbijartin wenda kir, zextan li hilbijêrên dengên xwe dane parlementerên DTP'î dike. Ji ber zextên ser-cerdevan Îskender Ertûş 7 rêveber û endamên DTP'a navçeyê jî di nav de, gelek kesan navçe terikand. Li aliyê din, hate îdîakirin ku, 16 karkerên demî yên li Nexweşxaneya Dewletê dixebitîn jî, bi sedema deng dane Namzetê Hezar Heviyan, ji kar hatine avêtin. Rûniştvanên navên xwe eşkere nekirin jî, ji ber hê li wan xwedî derneketine, parlementerên Hezar Hêviyan rexne kirin. Rûniştvanên Elbaqî li bendê ne, parlementerên Hezar Hêviyan û bi taybetî jî Ozdal Uçer xwedî li wan derkeve. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Piştî navçeya Wan Elbaqê, li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî, hilbijêr, bi sedema dengên xwe dane Parlementera DTP'ê Emîne Ayna, rastî zextan tê.