Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Partiyên sosyalîst wenda kirin! | Çap kirin |

Li Fransa û Belçîkayê partiyên sosyalîst deng wenda kirin û partiyên mûxazafakar jî bi ser ketin.

Li Fransayê piştî hilbijartina serok-komariyê, doh jî hilbijêr ji bo hilbijartina parlemenê çûn ser sindoqan.

Ji sindoqan jî wekî dihat payin, Yekitiya Tevgera Gel UMP ya serok-komar Nîcolas Sarkozy bi ser ket.

Li gorî agahiyan, UMP bi girtina ji sedî 41,95'ê dengan bûye yekemîn û Partiya Sosyalîst jî bi girtina ji sedî 28.1 bû dûyemîn.

Bi vê encamê jî, Sarkozy piştî serok-komariyê, serkeftineke din jî bi dest xist û ji niha û pê ve jî wê karibe rehetir polîtîkayên xwe bi cih bîne.

Li aliyê din, li Belçîkayê jî, Partiya Sosyalîst a gelek namzetên nîjatperest ên tirk nîşan dabû, deng wenda kirin û Partiyên Xiristiyan demokrat bi ser ketin.

Li gorî encamê, Partiya Xiristiyan Demokrat ya herêma Flamanan bû yekemîn û partiya Keskan ya herêma Valon jî dengê xwe zêde kirin.

Tê payin, hukumeta koalîsyonê di bin serokatiya Serokê Partiya Xirîstiyan Demokrat ya flaman Yves Leterme de, were avakirin.

Leterme jî, bi dijberiya endamtiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê tê nasîn.
< <<   >> >