Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Gerîlayê HPG'î hate veşartin | Çap kirin |
 Cenazeyê gerîlayê HPG`yî Şahîn Can bi siloganên şehîd namirin hate veşartin.

Malbata gerîlayê HPG`ê Şahîn Can bi navê kod Berdan Malatya, doh ji bo girtina cenazeyê kurê xwe, çû Dêrsimê.

Malbatê piştî teşhîsê cenaze girt û ji bo veşêre bir gundê Narmikan ya navçeya Meletî Arguvanê.

Cenazeyê Can, reveberên DTP'ê û bi tevlîbûna gelek kesan ve hate pêşwazî kirin.

Şahîn Can li wir bi siloganên 'Şehîd namirin' û Bijî serok Apo hate veşartin,girseya tevlî merasimê bûbû jî, dûre , çû serdana malbatê.

Gerîlayê HPG`yî Şahîn Can ku berî çend rojan di şerekî li bejahiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li aliyê din cenazeyên gerîlayên HPG'î Yusuf Taş û Faysal Muhammed Pur piştî otopsiyê teslîmê malbatên wan hatin kirin.

Gerîlayên HPG'î Yusuf Taş û Faysal Muhammed Pur ê di 12 Tirmehê de li bejahiya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn.

< <<   >> >