| Siloganên 'Bijî Serok APO' qadan dihejîne | | Çap kirin | |
Li Bîtlîs, Mûş û Mîtyadê jî, siloganên 'Bijî Serok APO' mora xwe li mîtîngên namzetên hezar hêviyan xist.Namzetên hezar hêviyan, îro jî di serî de li Bîtlîs, Mûş, navçeya Mêrdîn Mîdyat jî di nav de, li gelek deveran mîtîng lidarxistin. Bi hezaran kesên tevlî mîtîngan bûn, bi siloganan dilsoziya xwe ya bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan re anîn ziman. Mîtînga ji bo piştgiriya namzetê hezar hêviyan yê Bîtlîsê Mehmet Nezîr Karabaş, bi beşdariya bi hezaran kesan pêk hat û siloganên 'Bijî SEROK APO' mora xwe li mîtîngê xist. Parlementerê berê yê DEP'ê Selîm Sadak ji hemû parlementerên bikevin parlemenê xwest, ji bo aştiyê bi hemû derdoran bikevin nava diyalogê û got: 'Na, heger hûnê ji bo aştiyê nexebitin jî, wê demê bihêlin, bila namzetên hezar hêviyan bi hemû derdoran, heger pêwist bike, bila bi birêz Abdullah Ocalan re jî bikevin nava diyalogê'. Bi hezaran kesên tevlî mîtîngê bûbûn jî, gelek caran bi siloganên 'Bijî Serok APO' axaftina Sadak birîn. Li navçeya Mêrdîn Mîdyatê jî, bi hezaran kesên tevlî mîtînga ji bo namzeta hezar hêviyan Emîne Ayna bûn jî, qada mîtîngê bi siloganên 'Bijî Serok APO' hejandin. Bi hezaran kesên tevlî mîtînga li Mîtyatê bûn, siloganên ji bo Ocalan qîriyan û soz dan ku, ewê Emîne Ayna bişînin parlemenê. Kolanên Mûşê jî, îro bi siloganên ji bo Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan hejiyan. Bi hezaran kesên tevlî mîtînga ji bo namzetê hezar hêviyan yê Mûşê Sirri Sakik bûn, bi siloganan dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anîn ziman û polîtîkaya celadî ya AKP, CHP, MHP û partiyên din, şermezar kirin. Deverekî din yê ku ji siloganên ji bo Ocalan re malovaniyê kir jî, bajarê Sêrtê bû. Li Sêrtê jî, bi hezaran kes tevlî mîtînga ji bo namzetê hezar hêviyan Osman Ozçelîk bûn û polîtîkaya celadî ya partiyên tirk şermezar kirin û peyama 'Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok' dan. Hunermend Rojda û Armanc jî, di mîtîngê de derketin ser dikê û bi stranên xwe beşdar coşandin û hêzên tirk jî piştî mîtîngê Rojda û Armanc kirin binçavan. Li Batman, Wan, Colemerg, Şirnex, Agirî, Îdîr, Riha, Dîlok, Mêrsîn, Edene û bajarên din jî, bi hezaran kesên piştgirî dan namzetên hezar hêviyan, soz dan ku, ewê namzetên hezar hêviyan, bişînin parlemenê. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Li Bîtlîs, Mûş û Mîtyadê jî, siloganên 'Bijî Serok APO' mora xwe li mîtîngên namzetên hezar hêviyan xist.