Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK: Tirkiye bi hilbijartina demokrasî û dîktatoriyê re, rû bi rû ye. | Çap kirin |
 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê diyar kir ku,
Tirkiye bi hilbijartina demokrasî û dîktatoriyê re,
 rû bi rû ye.


Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya navdar ya îngîlîz The Îndependetê re axivî.

Bayik diyar kir ku, hêzên tarî yên Tirkiyê, nîqaşên wekî laîktî ji dest diçe û pirsgirêka kurd Tirkiyê parçe dike, bi armanca manevraya siyasî tînîn rojevê.


Bayik konjoktura siyasî ya li Tirkiyê jî, wekî hilbijartina di navbera demokrasî û dîktatoriyê de nirxand û derbarê operasyoneke li dijî Başûrê Kurdistanê de jî got: 'Heger Tirkiye dest bi operasyonê bike, wê ev dîrok bibe destpêka pêvajoya parçebûna Tirkiyê'.


Bayik da zanîn ku, ewê li hemberî operasyoneke Tirkiyê ya li hemberî Başûr têbikoşin û anî ziman ku, wê cîhan jî, li dijî operasyoneke mûhtemel derkeve.

< <<   >> >