Televîzyona tirk NTV'ê îdîa kir ku, wê Parlemena tirk berî hilbijartinan bi awayekî awarte li hev kom bibe û ji bo operasyoneke li hemberî Başûr, biryarekê derxe.
Li gorî îdîaya NTV'ê spartiya kulîsên AKP'ê, Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan hevdîtina îro ya bi Serok-komar Ahmet Necdet Sezer re jî, bi vê armancê pêk aniye.
NTV îdîa dike ku, Desteya Wezîran wê di 9'ê Tîrmehê de, biryara civandina Parlemenê bigire û heman rojê biryarê bişîne parlemenê.
Li gorî îdîayê, wê serokatiya parlemenê ji bo civîneke awarte jî, ji bo 12'ê Tîrmehê bang li parlementeran bike.
NTVê ya tirk herwiha îdîa kiriye ku, di civîna awarte de, ji bo operasyoneke li hemberî Başûrê Kurdistanê biryar were girtin.,
Li gorî nûçeyê, rayedarên AKP'ê ev îdîa piştrast nekirine. |