Gerîlayê HPG'ê Mehmet Şîrîn Gul bi siloganên 'şehîd namirin'hate veşartin.
Xizmên Gul doh li Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê cenazeyê kurê xwe teşhîs kirin. Xizmên gerîlayê HPG'yî Mehmet Şîrîn Gul piştî teşhîskirinê jî, cenaze girtin û birin navçeya Sêrt Misiciyê. Di merasîma definkirinê de namzêdê serbixwe yê 'Hezar Hêvîyan' Osman Ozçelik jî di navde, rêveberên DTP'ê yên bajêr û navçeyan û hejmareke zêde gel amade bûn. Girse, piştî definkirina cenaze çûne mala Gul û sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwestin. Gerîlayê HPG'ê Mehmet Şîrîn Gul berî çend rojan di şerêkî li çoltera Erzînganê de jiyana xwe ji dest dabû. |