Mal
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji kurdistaniyan û DTP'ê xwest ku pêvajoya nû baş û rast fêm bikin | Çap kirin |

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji kurdistaniyan û DTP'ê xwest ku pêvajoya nû baş û rast fêm bikin û got ku di demeke kin de wê niyata AKP'ê diyar bibe.

Ocalan ji bo çareseriyê jî got ku pêwiste dewleta tirk wekî neteweya demokratîk kurdan qebûl bike û ji ber mirina hunermend Aram Tîgran jî xemgîniya xwe anî ziman.

Ocalan pêr hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û derbarê pêvajoya dawî de dîtinên xwe anîn ziman û peyamên girîng dan.

Ocalan girîngiya birdariya kurdan anî ziman û got ku, pêwist e kurd xwe bi biryar bikin û wekî berê berpirsyariyê neavêjin ser wî.

Ocalan da zanîn ku bi nêzîkatiya berê çareserî û têkoşîn nameşe û got: 'Pêwist e êdî wekî berê ne li benda tiştan bin û pêwist e êdî herkes xwe bi biryar bike'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji kurdistaniyan û DTP'ê xwest ku pêvajoya nû baş û rast fêm bikin û got ku di demeke kin de wê niyata AKP'ê diyar bibe.

Ocalan ji bo çareseriyê jî got ku pêwiste dewleta tirk wekî neteweya demokratîk kurdan qebûl bike û ji ber mirina hunermend Aram Tîgran jî xemgîniya xwe anî ziman.

Ocalan pêr hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û derbarê pêvajoya dawî de dîtinên xwe anîn ziman û peyamên girîng dan.

Ocalan girîngiya birdariya kurdan anî ziman û got ku, pêwist e kurd xwe bi biryar bikin û wekî berê berpirsyariyê neavêjin ser wî.

Ocalan da zanîn ku bi nêzîkatiya berê çareserî û têkoşîn nameşe û got: 'Pêwist e êdî wekî berê ne li benda tiştan bin û pêwist e êdî herkes xwe bi biryar bike'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku gel wê li derve û ew bi xwe jî, wê li Îmraliyê xwe bi biryar bike û bi vî rengî ewê vê pêvajoyê bi hev re pêş bixin.

Ocalan pêvajoya nû, wekî pêvajoyeke cûda nirxand û got: 'Ev pêvajo, ji ya dema Mustafa Kemal Komar ava kir, girîngtir e. Di vê pêvajoyê de, wê civakeke demokratîk were afirandin. Civaka Tirkiyê jî, demokrasî û çanda demokrasiyê fêr bibe. Yanî wê encamên qasî dema avakirina komarê bandor bikin, derkevin holê.

Ocalan banga berpirsyarî û hesasiyê li hemî derdoran, bi taybetî jî kurd û DTP'ê kir û ji wan xwest ku pêvajoya nû rast û baş fêm bikin, da ku karibin bi awayekî rast pêwisiyên wê bi cih bînin.

Ocalan derbarê hewldanên AKP'ê de jî axivî û got: 'Wê AKP nikaribe pêvajoyê dirêjtir bike. Wê nikaribe heta sala nû jî bisekine. Wê planê wê piştî îlonê diyar bibe û heta 2-3 mehan jî niyata wê ya rastîn derkeve holê. Emê fêr bibin ka bi rastî ji bo çaresriyê ji dile an na?.

Ocalan bi bîr xist ku pisporê Emerîkî Henrî Barkey gotiye heger AKP tiştên civakê tatmîn bike neke, wê têk biçe û belav bibe û got:' Ev tespîta Barkey di cih de ye.

Ocalan, helwestên MHP û CHP'ê jî bi zimanekî tûnd rexne kirin û got: 'Pêwist e MHP û CHP li pêşiya çareseriyê nebin asteng. Heger bibin asteng, wê heta 6 mehan têk biçin û wê rihê pêvajoya nû wan biqedîne'.

Ocalan rola dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd anî ziman û got: 'Ez nabêjim, di çareseriya pirsgirêka kurd de, îleh dewlet tunebe. Wê dewlet hebe, lê belê dewleta ku, bi hurmet nêzî azadiya kurdan dibe. Wezîrê Karên Hundur behsa modeleke Tirkiyê dike. Tiştek çawa difikirin, di nav wê de çi heye, em nizanin. Lê belê Modela Tirkiyê girîng e. Heger ji dil bin, wê karibe ser bikeve'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan modela xwe ya ji bo çareseriyê jî anî ziman û got: 'Di modela min de, dewlet hebe. Lê li aliyê din jî, wê Netewa Demokratîk a Kurd hebe. Wê kurd hebûna dewletê nas û qebûl bikin. Dewlet jî, wê mafê Netewa Demokratîk ya Kurdan qebûl bike. Bi vî rengî wê lihevhatin were. Ev tê vê wateyê. Civaka Sivîl wê demokratîk bibe. Yanî wê civakeke sivîl a demokratîk derkeve holê. Pişt re, heger dewlet dixwaze li her deverê wê ala wê hebe, heger bixwaze wê karibe xizmetê bibe her deverê û heger bixwaze wê karibe li her deverê tirkî fêr bike'.

Ocalan fikrên xwe yên derbarê gotina azadiya kurdan de hinekî din berfireh anîn ziman û got: 'Yanî wê pêşiya kurdan were vekirin. Kurd wê karibin di her warî de xwe rêxistin bikin. Hebûna kurdan wê wekî neteweye demokratîk qebûl bibe. Yanî saziyên spor, perwerdehî, rêxistinên olî, meclîs û şaredariyan, ku karibin bi xwe ava bikin û pêş bixin. Heta wê hêzên parastina rewa jî hebin, da ku karibin aloziyên hundurîn çareser bikin. Yanî wê kurd xwe bi awayekî demokratîk rêxistin bikin û xwe biparêzin. Civaka ku nikaribin rêxistiniya xwe pêk bîne, ev civakeke kerr û lal e'.

Ocalan bal kişand ser şertên xwe jî û got: 'Dewlet wê çawa naveroka tiştên dibêje tijî bike. Divê em vê nîqaş bikin. Di rewşeke wisa de jî, divê pêşiya min vekin û şertên min yên li vê derê baş bikin, da ku em karibin bi hev re bimeşin û bi hev re tiştan bikin.

Ocalan girîngiya zimanê dayikê jî anî ziman û got: 'Behsa perwerdehiya bi zimanê dayik û çandê dikin. Di çareseriya ez difikirim de, kurd jî û tirk jî, wê bi ziman û çanda xwe, jiyana xwe bidomînin. Her du wê li kêleka hev bin. Kîjan zêde bêxwestin û wê ev were xwestin'.

Ocalan bal kişand ser siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî û got: 'Emerîka di sala 2007'an de piştgiriya xwe ya ji Gladîyoyê kişand. Lewma jî ez texmîn dikim wê ji niha û pê ve, tiştên bikin wê di çarçoveya qanûnan de bikin. Emerîka û hêzên siyasî yên din jî wê li Rojhilata Navîn siyaseteke nû bişopînin'.

Ocalan anî ziman ku Emerîka û hêzên din naxwazin PKK jî di nava pêvajoyê de cih bigire, lê belê ji ber ku êdî fêm kirine, wê nikarin bi zorê bi çek, PKK'ê têk bibin, dixwazin PKK'ê bêçek bikin û ji bo vê jî, neçarin bi me re li hev werin'.

Ocalan ji ber avakirina Akademiya Siyaseta Demokratîk ya li Amedê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: 'Yek tenê ne bes e. Pêwist e li bajarên din, li Dêrsim, Wan û Rihayê jî, bên çekirin. Di Akademiyan de jiyan were fêrkirin. Jin di van akademiyan de jiyana azad fêr bibin.

Ocalan derbarê cemata Fetullah Gulen de jî dîtinên xwe anîn ziman û got: 'Ez Fetullah Gulen dişopînim û dixwînim. Neyînî nêz nabim. Li Kurdistanê jî xwedî cemat û rêxistinê ne. Di çarçoveya demokratîk de, nêzîkatiya hev çêdibe'.

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan ji ber mirina hunermend Aram Tîgran xemgîniya xwe anî ziman û ji gelê kurd û gelê ermenî re sersaxî xwest.

Ocalan, Aram Tîgran wekî bilbilê Rojhilata Navîn bi nav kir û got: 'Bi kurdî, ermenî, suryanî, erebî û yewnanî stran digot. Ew di heman demê de Ozanê min yê şexsî bû jî. Dema min cara yekemîn li Enqerê ji radyoyê dengê wî guhdarî kir, min gotibû, divê ev deng nemire û azad bimîne. Dûre me hev nas kir. Dengekî davûdî bû. Vî dengî ez dibirim Kurdistanê. Ev deng namirin. Ez ji bo Aram nikaribim bibêjim miriye. Ew şehîd e. Ji ber ku ew wekî kesekî têkoşer jiya. Xwedî heyecan bû. Lewma ez ji bo wî dibêjim 'Şehîd'.

Ocalan ji bo jiyandina bîranîna Aram Tîgran jî xwest ku tiştên wî li maleke wekî muzeyê bên komkirin û parastin û dema şert guncav bibin jî, cenazeyê wî bibin Amedê.

Ocalan ji hemî jinan xwest ku têkoşîna ji bo azadiya jinê xurt bikin û got: 'Jin 5 hezar salan bênefes hatine hiştin. Pirsgirêka jin, ji bo min pirsgirêkeke jiyanî ye. Li Amedê Parka Jinan heye. Dikarin vê Parkê vegerînin Akademiya Jina Azad. Ji jinan netirsin. Bila jin azad bibe, da ku pêş bikeve. Jin jiyanê diafirîne û xweşiktir dike'.

Ocalan li ser girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî got: 'Li girtîgehan 18 hevalên rewşa wan giran in hene. Ji wan dibêjim bila bi hêz bin. Jiyaneke bi rûmet meşandin, wê mirina wan jî bi rûmet be. Bila ji mirinê netirsin, mirina kesên jiyana bi rûmet meşandin jî, wê bi rûmet be'.

Ocalan ji kurdên Kazakîstanê, xebatkarên Roj Tv û hemî hunermendên kurd re jî silavên xwe şandin û ji xebatkarên Roj TV'ê xwest ku baş li ser pêvajoyê rawestin.

 

 

>> >