| Fermandarê Giştî yê HPG'ê Nûrretîn Sofî cejna vejînê pîroz kir | | Çap kirin | |
|
Fermandarê Giştî yê HPG'ê Nûrretîn Sofî cejna vejînê pîroz kir û banga tevlîbûna gerîla li ciwanên kurd kir. Fermandarê Giştî Nûrettîn Sofî ji ber 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê, peyameke pîrozbahiyê weşand. Fermandarê Giştî yê HPG'ê Nûrretîn Sofî cejna vejînê pîroz kir û banga tevlîbûna gerîla li ciwanên kurd kir. Fermandarê Giştî Nûrettîn Sofî ji ber 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê, peyameke pîrozbahiyê weşand. Sofî cejna vejînê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, cejna vejînê pîroz kir û di şexsê fermandarê mezin Egît de jî, hemî şehîdên têkoşînê bi bîr anîn. Fermandarê HPG'yî Nûrettîn Sofî nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd erênî nirxandin û ji dewleta tirk xwest ku hesabên qirêj û şaş neke. Nûrrettîn Sofî da zanîn ku wan li hemberî lîstikan tedbîrên pêwist girtine û got ku vê carê wê gelê kurd qezenc bike. Fermandarê Giştî Nûrettîn Sofî anî ziman ku heta gelê kurd û Rêberê wê Abdullah Ocalan azad nebe, wê ew were wateya dewlet û artêşa tirk siyaseta înkar û tunekirinê didomînin. Fermandarê HPG'yî ji gelê kurd xwest ku bi hestiyariyê pêvajoyê bişopînin, bi awayekî xurt xwedî li nexşeya rê ya Ocalan derkevin û ji ciwanên kurd jî xwest ku tevlî artêşa Egît bibin û bi helwesta Egîtî tevbigerin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

