| Piştî 25 salan, navçeya Şirnex Dih, bi navê din Erûh, ji rojeke din re şahîdiyê dike. | | Çap kirin | |
|
Piştî 25 salan, navçeya Şirnex Dih, bi navê din Erûh, ji rojeke din re şahîdiyê dike. Beriya 25 salan, komek çekdarên kurd li Dihê avêtin ser saziyên dewleta tirk û rê li ber coş û heyecaneke mezin ya Dihê vekiribû. Îro jî, piştî 25 salan, li Dihê dîsa coş û heyecan hebû, lê belê sedema ya îsal, bi Festîvala Çand Hunerê, pîrozkirina pêngava 15'ê tebaxê û cejna vejînê ye. Piştî 25 salan, navçeya Şirnex Dih, bi navê din Erûh, ji rojeke din re şahîdiyê dike. Beriya 25 salan, komek çekdarên kurd li Dihê avêtin ser saziyên dewleta tirk û rê li ber coş û heyecaneke mezin ya Dihê vekiribû. Îro jî, piştî 25 salan, li Dihê dîsa coş û heyecan hebû, lê belê sedema ya îsal, bi Festîvala Çand Hunerê, pîrozkirina pêngava 15'ê tebaxê û cejna vejînê ye. Şaredariya Dihê îmze avêt bin biryareke dîrokî û di salvegera pêngava 15'ê tebaxê de li navçeyê festîvalek pêk tîne. Festîvalê jî, li navçeyê rê li ber coş û heyecaneke mezin vekir û bû navenda pîrozbahiyên îsal yên 15'ê tebax û cejna vejînê. Festîvala Çand Huner ya Çirav-Erûhê, di qûntarên Çiyayê Çiravê bi siloganên 'BIjî Serok APO' û 'PKK gel e gel li vir e' dest pê kir. Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna, parlementer û şaredarên DTP'ê jî di nav de, ji bajar û navçeyên din jî, bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyê çûn Dihê. Bi hezaran kesên doh êvarê û îro gihiştin Dihê, rastî eleqeya mezin ya gelê Dihê hatin û bi siloganên 'Bijî Serok APO' û 'PKK gel e gel li vir e' û stranên 'Oremar', 'Zap' û 'Egît' hatin pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên serê sibê li navenda Dihê li hev kom bûn , dûre jî bi qîrina silogana heta qada festîvalê meşiyan. Şaredariya Dihê jî, bi piştgiriya şaredariya Sêrt û şaredariyên din ên DTP'ê li qada festîvalê amadekariya pêwist kir û 20 konên mezin vedan. Her çiqas hê bi awayekî fermî, festîvalê dest pê nekiriye jî, li qadê coş û heyecan dewam dike û qûntarên çiyayê Çiravê jî, bi siloganên 'Bijî Serok APO' û 'PKK gel e gel li vir e' dihejin. Festîval di van deqeyan de, bi axaftina Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle bi awayekî fermî dest pê bike.
|
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

