Mal
PKK'ê 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê û cejna vejînê pîroz kir. | Çap kirin |

Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê û cejna vejînê pîroz kir.

Desteya Rêveber a PKK'ê ji ber 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê peyameke pîrozbahiyê weşand û soza serkeftinê da.

PKK'ê bi bîr xist ku pêngava 15'ê tebaxê, di dema wahşeta herî dijwar ya darbeya 12'ê îlonê de, di pêşengiya berhema Rêber APO, rêxistina şehîdan PKK'ê de, fermandarê bê mînak Mahsûm Korkmaz pêk aniye.

PKK'ê pêngava 15'ê tebaxê, wekî roja destpêkirina Pêngava Vejîna Netewî û Azadiya Kurd nirxand û got: 'Em di 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê de, cejna vejîna netewî û azadiya Rêber APO, gelê me, gerîlayên qehreman, girtiyên azadiyê, dayikên şehîdan û hemî dostan pîroz dikin'.

Desteya Rêveber a PKK'ê di serî de fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz bi navê din Egît, hemî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û soza bi cih anîna daxwazên şehîdên û xurtkirina têkoşînê da.

PKK'ê anî ziman ku pêngava 15'ê tebaxê bi gotina An jiyana azad û bi rûmet, an jî mirina bi rûmet pêk hatiye û bi guleya yekemîn, dawî li bindestî, tirs, şexsiyeta têkçûyî û bênasnametiyê aniye.

Desteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir ku digel hemî hewldanên dewleta tirk û dostên wê yên ji bo tunekirina gelê kurd, pêngava 15'ê tebaxê dest bi pêvajoya Şoreşa Demokratîk ya Netewî kiriye û di vê têkoşînê de bi ser jî ketiye, peyama Lozanê bêwate kiriye û pêkanîna Konferanseke Netewî xistiye rojevê.

PKK'ê da zanîn ku 15'ê tebaxê ne tenê ji bo kurdan, di heman demê de, ji bo gelên din ên li Kurdistanê jî derfeta xwe îfade kirinê afirandiye û got: 'Ji ber vê jî, 15'ê tebaxê ne tenê yê gelê kurd, cejna vejînê ya hemî çand û baweriyên gelên Kurdistanê ye'.

PKK'ê bal kişand ser taybetiyeke din ya pêngava 15'ê tebaxê jî û got: 'Bi pêngava 15'ê tebaxê, pêvajoya şoreşa jin jî dest pê kir. Vê pêngavê, jina kurd ya vegeriyaye kole, rakir ser piyan û ew kir xwedî mêjî, îrade û rêxistin'.

PKK'ê anî ziman ku pêngava 15'ê tebaxê, ciwanên bûbûn biyaniyên rastiya xwe, pêşeroja wê hatibû tarîkirin, bûbûn wekî depoya erzan ya kedê û leşker û polîsên kolonyalîstan, vegerandin ciwanên ji bo xwe difikirin, ji bo xwe diafirînin û gerîlayên welatê xwe.

Desteya Rêveber a PKK'ê bi bîr xist ku artêşa tirk tevî piştgiriya NATO, hêzên navnetewî û teknolojiya pêşketî, nekariya gerîlayên kurd ên leşkerê fermandar Egît, têk bibin û got: 'Berovajî leşkerên Egît, di serî de li Zapê, li gelek deverên din bi çalakî û berxwedanên dîrokî, têkneçûniya xwe îspat kiriye. Îro jî, gerîlayên kurd hem ji bo bi cih anîna pêwistiyên nexşeya rê ya Rêber APO eşkere bike, amadeye û hem jî, li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê, xwedî amadekariyên berxwedaneke mezin e'.

PKK'ê destnîşan kir ku gelê kurd di hilbijaritnên herêmî ya 29'ê adarê de jî, dilsoziya xwe ya ji bo Ocalan, PKK û gerîlayan re nîşan daye û got: 'Digel piştî hilbijartinan êrîş, zext, girtin û binçavkirin pêk hatin jî, gavek paşde neavêt, berovajî bi siloganan Rêberê Azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk' 7'mîn Civata Giştî pêk anîn û careke din biryardariya xwe nîşanê dost û dijminan da.

Desteya Rêveber a PKK'ê di dawiyê de jî, careke din Cejna Vejînê ya Ocalan, gelê kurd û hemî dostan pîroz kir û soza xurtkirina têkoşînê da.

< <<   >> >