Mal
HPG'ê, di şexsê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de, cejna vejînê pîroz kir. | Çap kirin |

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, di şexsê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de, cejna vejînê pîroz kir.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê ji ber 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê peyameke pîrozbahiyê weşand.

HPG'ê bi bîr xist ku pêngava 15'ê tebaxê di pêşengiya fermandarê mezin yê nemir Egît bi navê din Mahsûm Kormaz de pêk hatiye û bi vê wesîleyê jî, di şexsê Egît de, hemî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, di şexsê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de, cejna vejînê pîroz kir.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê ji ber 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê peyameke pîrozbahiyê weşand.

HPG'ê bi bîr xist ku pêngava 15'ê tebaxê di pêşengiya fermandarê mezin yê nemir Egît bi navê din Mahsûm Kormaz de pêk hatiye û bi vê wesîleyê jî, di şexsê Egît de, hemî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê soza xurtkirina têkoşîna şehîdan û bi cih anîna daxwazên da û bi bîr xist ku 15'ê tebaxê ji ber têkoşîna şehîdan, bûye Cejna Vejînê ya Gelê kurd.

HPG'ê bi bîr xist ku beriya pêngava 15'ê tebaxê, nav, ziman, nasname û çanda gelê kurd qedexebû û gel ji holê rabûnê rû bi rû bû û got: 'Lê pêngava 15'ê tebaxê ya di pêşengiya Heval Egît de, gelê ji nû ve vegerande ser sehneya dîrokê û qereqolê di mêjiyê kurdan de çêkirî jî, parçe kirine'.

Biryargeha Navendî pêngava 15'ê tebaxê, wekî şeqameke li hemberî şexsiyeta têkçûyî û destpêka jiyana azad û bi rûmet bi nav kir û got: 'Bi saya vê şeqama 15'ê tebaxê, pirsgirêk kurd, di serî de dewletên xwedî siyaseta înkarê, kete rojeva hemî kesan'.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê anî ziman ku Gelê kurd û Têkoşîna azadiyê di 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê de hêz û îradeya çareseriyê nîşan daye û got: 'Rêber APO ji bo çareseriya demokratîk nexşeya rê amade dike. Di dema ku hêvî û nîqaşên çareseriyê zêde bûne de, CHP û MHP û hin derdorên din ên faşîst şerxwazî dikin û artêşa tirk jî operasyonên tunekirinê didomîne'.

HPG'ê li hemberî vê pêvajoya hesas û taluke de, banga hestiyariyê li gelê kurd kir û ji ciwanan jî xwest ku tevlî nav refên gerîla bibin.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê destnîşan kir ku ewê heta dawî girêdayî Nexşeya Rê bimînin û ji niha re dibêjin ku, ewê nexşeya rê wekî fermanek qebûl bikin, çareseriyê bê Ocalan qebûl nekin û li hemberî konsepteke tunekirinê jî, ewê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin.

HPG'ê bi van hestan di şexsê Ocalan de, Cejna Vejînê pîroz kir û banga xurtkirina têkoşînê li gelê kurd kir.

< <<   >> >