Mal
Piştî rojnameya Le Fîgaro, rojnameya Le Monde jî, cihêk fired dapîrozbahiyên 15'ê tebaxê | Çap kirin |

Nîqaşên ji bo çarseriya kurd û amadekariyên pîrozbahiya pêngava 15'ê tebaxê, di rojnameya navdar ya Fransayê 'Le Monde' de jî cihêk fireh kir.

Piştî rojnameya Le Fîgaro, rojnameya Le Monde jî, cihêk fired da nîqaşên ji bo çareseriya pirgirêka kurd û amadekariyên pîrozbahiyên 15'ê tebaxê.

Rojnameya Le Monde ji bo fêrbûna dîtina gelê kurd û amadekariyên pîrozbahiya 25'mîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê, nûçegehanek şand Şemzînanê.

Rojnameyê bi bîr xistiye ku yek ji deverê lê pêngava 15'ê tebaxê dest pê kiriye jî Şemzînanê ye û gotiye ku, gelê Şemzînan nîqaşan ji nêz ve dişopîne.

Le Monde daye zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê û hukumeta tirk jî, ji eniya xwe nexşeya rê amade dikin û gel jî bi meraq li benda encamê ye.

Rojnameya fransî bal kişandiye ser gumanên gelê kurd ên li hemberî dewleta tirk û gotiye: 'Şervaneke berê ya PKK'ê, 100 metre li nêzî qereqoleke cendirmeyan, dibêje, baweriya me li dewleta tirk nîne'.

Le Monde aniye ziman ku tevî şervana berê ya PKK'ê, gelê Şemzînanê jî dixwaze dewleta tirk pêşniyarên Abdullah Ocalan li ber çavan bigire.

Xwedî Pirtûkxaneya Ûmût Kîtabevî ya Şemzînanê Seferî Yilmaz jî, ji bo rojnameya Le Monde axiviye û bîranîna xwe ya dema pêngava 15'ê tebaxê li Şemzînanê pêk anîne, aniye ziman.

< <<   >> >