Mal
Ocalan careke din banga berpirsyariyê li rêveberiya tirk kir | Çap kirin |

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan zehmetiya têkoşîna ji bo aştiyê anî ziman û careke din banga berpirsyariyê li rêveberiya tirk kir.

Ocalan da zanîn ku ew hewl dide pêşiya mirina bigire û atmosfera aştiyê biafirîne û Serokê hukumeta AKP'ê Tayîp Erdogan jî rexne kir.

 

Ocalan diyar kir ku wî hê helwesta Erdogan fêm nekiriye û got: 'Erdogan gavek ber bi pêş û 2 gavan ber bi paş ve diavêje û ew hêvî dike ku, wê heta dawiya tebaxê helwesta Erdogan zelal bibe.

 

Ocalan bi bîr xist ku digel hemî hewldanên wî û PKK'ê yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê, ji ber operasyonên artêşa tirk 36 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û got ku, ev operayon û wendahî hewldanên aştiyê zehmetir dikin.

 

Ocalan destnîşan kir ku wî heta niha gelek caran banga girtina pêşiya mirinan li Erdogan û rêveberiya tirk kir û got: 'Werin em pêşiya mirinan bigirin, pirsgirêkê çareser bikin û aştiyê bînin.

 

Ocalan anî ziman ku ew hewldanên ji bo amadekirina nexşeya rê amade dike û got ku, wekî soz daye gel, wê heta dawiya tebaxê nexşeya rê eşkere bike.

 

Ocalan careke din da zanîn ku pirsgirêka wan bi sînoran re nîne û got: 'Ez amadekariyan dikim. Em ji bo dewleta unîter tiştek nabêjin. Em mafên kurdan dixwazin. Divê kurd karibin bi awayekî azad xebatên rêxistiniyê bimeşînin û divê deverên kurdan bi xwe hilbijartine, mudaxeleyê wan deran neyê kirin. Ezê bi nexşeya rê, dîtinên xwe bi awayekî berfireh pêşkeşî hukumet û PKK'ê bikim û ji navberê vekişim.

 

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan li hemberî hewldanên tasfiyeyê, ji gelê kurd xwest ku bi hişyar tevbigerin û got: 'Em ji bo çareseriyê dixebitin. Lê belê heger bi tasfiyeyê bi ser me de werin, wê encameke giran derxe holê û berpirsyarê vê yekê jî, wê Erdogan û hukumeta wî be'.

 

Ocalan ji Erdogan xwest ku encamaa hevdîtina bi Yaşar Buyukanit re ya li Qesra Dolmabahçeyê eşkere bike û got: 'Dibêje, wê encama wê eşkere neke. Divê eşkere bike. Ji bilî hukumet û parlemenê, biryar nayê girtin. Tiştek wisa di sîstema dîktariyê de jî nîne. Û encamên wê jî, em texmîn dikin. Erdogan di wê hevdîtinê de kurd kirine mijara bazarê û gotiye qasî dixwazin operasyon pêk bînin'.

 

Ocalan ji ber ku rendevû nade Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk jî, bi zimanekî tûnd Erdogan rexne kir û got: 'Dibêje ji ber mirina leşkeran wî rendevû nedaye. Haya Ahmet Turk bi xwe ji wan deran nîne. Bi nedayina rendevûyê, dixwaze Ahmet Turk ji siyasetê tune bike. Bi tunekirina Ahmet Turk wê çi bikeve destê Erdogan?  Erdogan helwesteke demokratîk nîşan nade, siyaseta rojane dimeşîne. Lê belê siyaset û têkoşîna aştiyê tiştek cidiye. Ev yek ne tenê ji bo Erdogan, ji bo herkesî derbas dibe. Divê hemî bi berpirsyar tevbigerin.

 

Ocalan, banga berpirsyariyê li Serokê Giştî yê CHP'ê Denîz Baykal jî kir û got: 'Em ne li dijî pîvanên destpêkê yên avakirina Komarê ne. Mûstafa Kemal avakar e, wî bi xwe ji bo kurdan xweserî difikirî. Ev fikra wî, di Destûra Bingehîn ya 1921'an de jî cih digire. Werin em bi pîvanên destpêkê komarê bigirin dest û pirsgirêkê wisa çaresaer bikin'.

 

Ocalan bal kişand ser hewldanên provakasyonan, ji hemî derdoran xwest ku li hemberî provakasyona bi hişyar tevbigerin û got: 'Li Colemergê polîsê li zarokê kurd xist, kincên komando li ser wî bûn. Ergenekon ev e. Fermandarê Ewlekarî ji ber ku ev rastî fêm kir, li nexweşxaneyê çû serdana wî zarokî. Ew bi xwe vê rastiyê dizanin, lê belê eşkere nakin. Kesên li wî zarokî xistin, Ergenekonî yên di nava polîsan de ne. Provakasyona rastîn ev e û divê ev were ronîkirin'.

 

Ocalan terora girtinê ya li dijî DTP'ê jî wekî têkoşîna di navbera hêzên dewletê de nirxand û got: 'Roja ku serfermandar gotina 'Gelên Tirkiyê' bikar anî û ji bo me got ku, ew ne dijmin, sûcdar in' dozgerên Amedê operasyona li hemberî DTP'ê pêk anîn. Di nava dewletê de kesên operasyona li dijî DTP nexwestin jî hebûn.  Lê pêk hat. Berpirsyarê 9 leşkên di teqînê de mirin jî, kesên ew şandin in. A rast ev pêvajoya provakasyonan e. Pêwîstî bi tevgera hişyarî heye û piştî 2 mehan wê çi bibe, ne diyar e'.

 

Ocalan anî ziman ku di nava artêşê de jî nakokî heye û got: 'Bi hewldanên yekalî, pêşiya mirinan nayê girtin. Wekî mînak heger fermandar li herêmê şev leşkeran dernexin derve jî, wê pêşiya mirinan bêgirtin. Divê artêş jî bi hişyar tevbigere. Biryara bêçalakî yek alî nikare pêşiya mirinan bigire. Di demên derbasbûyî de gelek mînak hene. Dema PKK nû çûbû Mêrdînê, çalakiyeke li gundê Peçenekê hebû. Wê demê min digot, ev gerîlatiyeke çawaye? Bi rojan ranezam. Lê dûre deket holê ku, ev provakasyonek e'.

 

Ocalan bal kişand ser hevkariya veşartiya Tirkiye, Suriye û Îranê ya li dijî kurdan jî û got: 'Her çiqas, Emerîka û Yekitiya Ewropa ji dil erê neke jî, Tirkiye, Suriye û Îran li hemberî kurdan hevkariyek pêk anîne. Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî jî di vê hevkariyê de cih digire. Divê kurd vê talukeyê bibînin. Heger ev dewlet berê xwe bidin kurdan, wê ne tenê PKK'ê, wê bixwazin hemî hebûna kurdan tune bikin. Heger lîderên Başûrî vê talukeyê nebînin, li Başûr, Bakur û ne jî li Suriye û Îranê di destê kurdan de tu tişt nemîne. Û destketiyên wan ên li Iraqê jî wê ji destê wan biçin. Wekî mînak tenê behsa Kerkukê dikin, lê belê heger wisa dewam bikin, wê tiştên di destê xwe de jî wenda bikin'.

 

Ocalan bi bîr  xist ku wî ji ber van talukeyan konferanseke kurd pêşniyar kiribû û got: 'Divê kurd yekitiya xwe pêk bînin. Min ji bo vê 5 pîvan û 4 pêşniyarên pratîkî jî anîbûn ziman. Kurd bi yekitiyê dikarin hevkariya Îran, Tirkiye û Suriyê têk bibin. 

 

Ocalan weşana TRT 6 jî wekî hewldana afirandina kurdîtiya sexte bi nav kir û got: 'Rojîn jî, ji TRT 6 veqetiya. Teamul nakin jinek bi awayekî azad çend gotinan bibêje. Yên teamulê çend gotinên azad nakin, qadê azad yê ji bo kurdan nas nakin. Bi vê yekê wê çi bidin kurdan? Ev hewldana afirandina kurdîtiya sexte ye. Çawa tirkîtîya tu eleqeya wê bi tirkîtî nîne afirandin, niha jî dixwazin bi heman rengî kurdîtiya sexte biafirînin'.

 

Ocalan bal kişand ser hewldanên sansorî jî û got: 'Hin alî naxwazin ez ji derve agahiyan bigirim. Di demên dawî de dîsa hin deverên rojnameyan jê dikin, wisa didin û hin pirtûkan qet nadin'.

< <<   >> >