| KCK'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd cara 3'mîn li hev kom dibe | | Çap kirin | |
|
Kongreya Civaka Demokratîk, ku Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd adres nîşan dabû, cara 3'mîn li hev kom dibe.
Kongreya Civaka Demokratîk, sibe û du-sibe, ji bo nexşeya rê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li hev kom dibe û helwesta hevpar ya kurdan derxe holê.
Civîna Kongreya Civaka Demokratîk, ku ji % 60, ji delegeyên gel û ji % 40 jî, ji nunerên rêxistinên demokratîk pêk tê, wê li avahiya DTP'a Amedê pêk werê.
Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna, parlementerên berê Leyla Zana û Hatîp Dîcle jî di nav de, wê gelek parlementer, şaredar, siyasetmedar û nunerên rêxistinên civaka sifîl, tevlî civînê bibin.
Ji bo civîna 3'mîn ya Kongreya Civaka Demokratîk, vê carê, ji gelek derdorên kurd jî, siyasetmedar, nunerên sazî û rêxistinan, gelek kes hatine dawetkirin.
Li gorî agahiyan, ji bo Kongreya Civaka Demokratîk, Serokê KADEP'ê Şerafettîn Elçî, Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel, parlementerê berê yên ANAP'ê Haşîm Haşîmî, Abdulbakî Erdogmuş, nivîskar Altan Tan, Serokê Giştî yê berê yê HEP'a ku hatiye girtin Ferîdûn Yazar jî di nav de, gelek kes hatine dawet kirin.
Heta niha, Serokê KADEP'ê Şerafettîn Elçî bêyî ku sedemek nîşan bide gotiye ku wê tevlî nebe û derbarê helwesta dawetkarên de agahî bi dest neketin.
Kongreya Civaka Demokratîk, wê di civînê de nîqaşên derbarê çareseriya pirsigêrka kurd de binirxîne û bi daxwazên hevpar yên kurdan, nexşeya rê ya ji bo çareseriyê derbixin holê.
Tê payin, bi civînê, rêveberiyeke 101 kesî û hev-serokên ji bo Kongreya Civaka Demokratîk werin hilbijartin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

