| Dewleta tirk cerdevanan bi ser gerîlayan de dişîne | | Çap kirin | |
|
Dewleta tirk bi awayekî zanebûna cerdevanan bi ser gerîlayan de dişîne û rê li ber şeran veke.
Fermandariya Sahaya Botan ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser lîstika dewleta tirk.
HPG'ê diyar kir ku dewleta tirk tevî operasyonên tunekirina gerîla, bi zanebûn cerdevanan bi ser gerîla dişîne û dixwaze wan bike hedef.
Fermandariya Sahaya Botan ya HPG'ê anî ziman ku, digel ew pêwistiya biryara bêçalakîtiya eskerî bi cih tînin, lê belê hêzên tirk vala nasekinin.
HPG'ê anî ziman ku dewleta tirk, cerdevanan derdixe pêş û bi vê yekê dixwaze wan bike hedefên gerîla.
Fermandariya HPG'ê li hemberî lîstika dewleta tirk, hemî cerdevan hişyar kirin û ji wan xwest ku tevlî operasyonan nebin û neyên lîstikan.
HPG'ê destnîşan kir ku heger cerdevan guh nedin hişyariyan, tiştên biqewimin jî, wê cerdevan bi xwe berpirsyar bin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

