| HPG:2 gerîla jiyana xwe ji dest dane | | Çap kirin | |
Di şerê li ser riya Dêrsim û Elezîzê de, 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê şerê 21'ê hezîranê de li ser rêya Dêrsim û Elezîzê derketibû de, daxuyaniyek weşand. HPG'ê diyar kir ku, di encama şer de, sûbayekî tirk miriye û 2 leşker birîndar bûne. Navenda çapemeniyê dazanîn ku, di heman şerî de, 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê navên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane jî wisa ne. Aslan Guzel bi navê kod Erdem Erdal di sala 1983'an de li navçeya Çewlig Kigiyê hatiye dinê. Gunay Taş bi navê kod Amed Colemêrg di sala 1984'an de li Colemergê hatiye dinê. Divê navberê de Navenda Çapemeniya HPG'ê diyar kir ku, operasyona artêşa tirk pêr li bejahiya navçeyên Dêrsim, Hozat û Çemişgezekê dabû destpêkirin, li herêmên wekî Malaxwedê, Taşkirek û mezraya Dagê dewam dike. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Di şerê li ser riya Dêrsim û Elezîzê de, 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.