| Artêşa tirk li Colemêrg dest bi operasyoneke berfireh kir | | Çap kirin | |
|
Artêşa tirk li Colemêrg dest bi operasyoneke berfireh kir û operasyona li bejahiya Şirnexê jî dewam dike.
Navenda çapemeniya HPG'ê diyar kir ku hêzên tirk operasyona li Colemergê vê sibê, li herêma Oramar û Çarçelayê daye destpêkirin. HPG'ê anî ziman ku operaysona artêşa tirk doh li bejahiya Çelê û Geliyê Zapê dabû destpêkirin jî, hê deawm dike.
HPG'ê derbarê operasyona doh ya li bejahiya Şirnexê de jî agahî da û anî ziman ku operasyon herêma Meydan Kolya û Deşta Mergê tê meşandin.
HPG'ê anî ziman ku cerdevanên eşîra Gewda, Jîrkî û Mamxûrî jî tevlî operasyonê bûne doh û hêzên tirk doh êvarê hin yekîneyên veşartî li herêmê hiştine û vekişiyane.
Di vê navberê de, êrîşên bi topên obus û hawanê yên li hemberî Herêma Parastina Medyayê jî dewam dikin. Navenda çapemeniya HPG'ê diyar kir ku hêzên tirk doh, saet ji 15:30'an heta 16:30'an herêma Çiya Reş ya Zapê daye ber topên obus û hawanê. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

