| Tayîp Erdogan ji DTP'ê dixwaze qanûna îtîrafkariyê teşfîq bike | | Çap kirin | |
|
Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan hêviya xwe ji qanûna îtîrafkariyê girê daye û ji DTP'ê jî dixwaze qanûna îtîrafkariyê teşfîq bike.
Erdogan tevlî bernemeyeke televîzyona tirk NTV'ê bû û bêplaniya hukumeta xwe ya ji bo pirsgirêka kurd îtîraf kir û careke din berê xwe da DTP'ê.
Erdogan careke din DTP hedef nîşan da û îdîa kir ku DTP ji xebatên siyasî zêdetir, parêzeriya PKK'ê dike û çalakiyên îlegal û molotof-kokteylî jî, wekî daxwaza aştiyê nîşan dide.
Serokê hukumeta AKP'ê Tayîp Erdogan, careke din ji DTP'ê xwest ku, PKK'ê wekî rêxistineke terorîst îlan bike û îdîa kir ku, heger vê yekê bike, wê pêşiya gelek tiştan vebe.
Erdogan hêviya xwe ya ji bo qanûna îtîrafkariyê anî ziman û ji DTP'ê jî xwest ku îtîrafkariyê teşfîq bike û bi vê yekê jî alîkariya wan bike.
Erdogan di helwesta berojavîkirina rastiyan de isara xwe dewam kir û banga rawestandina operasyonan ya DTP'ê, wekî banga çekberdana artêşê nirxand.
Erdogan ji DTP'ê xwest ku banga çekberdanê tenê li PKK'ê bike û heger vê yekê bike, wê karibe tiştek baş bike.
Serokê hukumeta AKP'ê Tayîp Erdogan bêplaniya hukumeta xwe ya ji bo çareseriyê jî îtîraf kir û îdîa kir ku DTP çareseriyê asteng dike.
Erdogan da zanîn ku wî îhtimala hevdîtineke bi Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk re, ji rojeva xwe dernexistiye û îdîa kir ku dema wî xwe amade kiriye, hevdîtinê pêk bîne, li ser nûçeya mirinan leşkeran, fikra xwe guhertiye.
Erdogan li ser daweta Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî ya ji bo Serokê Giştî yê CHP'ê Denîz Baykal jî, got ku çûyina Baykal wê ji bo Tirkiyê baştir bibe. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

