| Haşîmî: Hêza me ya têkbirina PKK'ê nîne | | Çap kirin | |
|
Alîkarê Serok-komarê Iraqê Tarik El Haşîmî jî îtîraf kir ku, hêza wan ya têkbirina PKK'ê nîne.
El Haşîmî di çarçoveya serdana Enqerê de îro jî çû serdana Serokê Akademiya Polîsan ya Tirk Prof. Dr. Zuhtu Aslan.
Alîkarê Serok-komarê Iraqê Tarik El Haşîmî yê sunî piştî serdanê bersiv da pirsên rojnamevanan û îdîa kir ku hebûna hêzên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê, li dijî berjewendiyên Iraqê ye.
Tarik El Haşîmî li ser pirsa, ji bo tunekirina hêzên PKK'ê yên li Qendîlê ewê alîkarî bidin Tirkiyê jî got: 'Mixabin Iraq di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe û hêza me nîne ku em biçin Çiyayê Qendîlê û PKK'ê tune bikin'.
Alîkarê Serok-komarê Iraqê Tarik El Haşîmî da zanîn ku li hemberî PKK'ê, çi ji destê wan tê dikin, ji bo hevkariya derveyê sînor jî amadekariya wan û perwerdekirina yekîneyan dewam dikin.
El Haşîmî anî ziman ku lîderên kurd ên Iraqê jî, soza hişyarkirina PKK'ê dane wan û ew bawer dike ku, lîderên kurd di têkoşîna li dijî PKK'ê de, ji dil in.
Alîkarê Serok-komarê Iraqê Tarik El Haşîmî li Enqerê îdîa kir ku bi tu awayî wê dewleteke serbixwe çênebe û kurd wê wekî parçeyeke Iraqê bimînin û piraniya lîderên kurd jî, wekî wî difikirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

