Mal arrow Mal
Artêşa tirk li Çiyayê Katoyê jî dest bi operasyoneke kir | Çap kirin |

Artêşa tirk li Çiyayê Katoyê jî, dest bi operasyoneke li dijî gerîlayên HPG'ê kir û li Cîloyê jî di nava tevgerê de ye.

 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyonên doh êvarê li bejahiya navçeya Şirnex Elkê, bi navê din Bêşebabê dest pê kiriye.

 

Heman çavkaniyan dan zanîn ku tevî leşkeran, bi sedan cerdevan jî tevlî operasyonê bûne.

 

Lê belê nayê zanîn, ji ber operasyonê şer derket an na.

 

Li aliyê din, artêşa tirk li Çiyayê Cîlo jî, amadekariya operasyoneke berfireh dike.

 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rayedarên tirk, di çarçoveya amadekariya operasyonê de, ji cerdevanên gundê herêmê xwestine amade bibin.

 

Li gorî heman çavkaniyan operasyon wê li herêma Şûke, Dostkî û Pînyanîşê, bi piştgiriya hewayî dest pê bike, lê belê dema destpêka wê nayê zanîn.

 

Li aliyê din, îro jî, li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê, tevgera balafirên şer hebû.

 

Ji balafirgeha leşkerî, di saetên nîvro de, gelek caran balafirên şer rabûn û lê belê derbarê sedema wan de tu agahî bi dest neketin.

< <<   >> >