Mal
Li navçeya Amed Pasûrê 105 gor derketin holê | Çap kirin |

Yek ji sucên mirovahiyê yên dewleta tirk jî ewe ku gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dane, bi komî veşartine.

 

Dewleta Tirk, der barê gerîllayên jiyana xwe ji dest dane de, ne agahî dida malbatên wan, ne jî nasnameyên wan ji raya giştî re eşker dikir.

 

Şaxê ÎHDê yê Amedê, di encama xebatên lêgirîndê de, di nava rojekê de, 105 gor tesbît kirin.

 

Serokê şaxê ÎHDê yê Amedê Muharrem Erbey derbarê xebatan de daxuyaniyek da.

 

Erbey anî ziman ku wan tesbîtkiriye ku cenazeyên di goran de hatine dîtin, yên kesên ku ji aliyên Tugaya Komando ya Çiyê ya Bolu û cerdevanan ve hatine kuştin e.

 

Erbey diyarkir ku di salên 1990'î de li herêmê gelek kuştinên kiryarê wan  nediyar pêk hatine, û gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane di van goran de hatine veşartin.

 

Parêzer Erbey ji ber bûyerên ku di salên 1990î de li Kurdistanê pêk hatatine xwest ku dewlet ji Kurdan lêborîn bixwaze.

 

Erbey, ji kesên ku xizmên wan li derdora Pasûrê hatibin wendakirin, xwest serî li ÎHD'ê bidin da ku testa DNA'yê bêkirin û xebat bidin destpêkirin.

 

Di encama xebatan de 87 gor li goristana navendê ya Pasûrê, 2 gor li gundê Dinera û 14 gor jî li gundê Kanîka hatine dîtin.

< <<   >> >