| Dozgerê tirk biryareke balkêş da | | Çap kirin | |
|
Dozgerê tirk yê li navçeya Qers Dîgorê Omer Tutuncu derbarê qedexeya siyaseta bi kurdî de, biryareke balkêş da.
Dozger Omer Tutuncu daxwaza doza ji ber axaftina kurdî ya siyasetmedarên kurd de, red kir û îmze avêt bin biryareke mînak.
Serdozgeriya Dîgorê, bi sedema ku di merasima vekirina buroya hilbijartina DTP'ê ya li navçeyê de, bi kurdî gel silav kiriye, derbarê endamê Meclîsa DTP'ê Cemal Coşgun, Serokê DTP'a Qersê Velî Muyken û şaredarê berê yê Dagpinarê Ayhan Ekmen de lêpirsîn vekiribû.
Dozger Omer Tutuncu ev lêpirsîn pêk anî û di encamê de biryarek balkêş da û got ku tu wateya xala 'ji bilî tirkî, bikaranîna zimanên din qedexeye nemaye'.
Dozger Omer Tutuncu gotiye ku dema rayeadrên dewletê bi zimanê nijata kurd biaxin, dema TRT 6 weşana bi kurdî bike de, xala siyaseta kurdî qedexe dike bêwate dibîne û pêkanîna ji bilî tirkî, bikaranîna zimanê din qedexeye, ne mumkun e.
Dozger Omer Tutuncu bi vê biryara balkêş nîşan da ku xala Qanûna Partiyên Siyasî ya tenê bikaranîna tirkî şert dike, xaleke bêwate ye.
Li gorî Qanûna Partiyên Siyasî ya Tirk, partiyên siyasî di xebatên xwe de, ji bilî tirkî, nikarin zimanên din bikarbînin.
Ji ber vê xalê jî, heta niha derbarê rêveberên DTP'ê de, bi sedan doz hatine vekirin û heta ji ber vê, dozgeran ji parlemenê xwestine mafê destnedana parlementerên DTP'ê rake.
Di vê navberê de, dozgeriya Amedê ji ber axaftina bi kurdî derbarê şaredarê Amedê Osman Baydemîr de, 2 lêpirsînên din vekir.
Dozgeriyê îdîa kiriye ku Baydemîr bi axaftina kurdî ya beriya hilbijartinên herêmê, qanûna partiyên siyasî bin pê kiriye.
Li aliyê din, Baydemîr ji ber axaftineke di Roj TV'ê de, derket pêşberî dadgehê.
Baydemîr, îdîayên dozger ên wekî pesnê sûc û sûcdar daye û propagandaya PKK'ê kiriye, red kirin û got ku, ew ne mecbûre gotinên wekî rayedarên dewletê bîne ziman.
Baydemîr xwest ku gotinên wî di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin û biryara beratê were dayin.
Heyeta dadgehê jî, ji bo dozger amadekariya xwe bike, taloqî rojên pêş kir. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

