Mal arrow Mal
BBP'ê Ocagên Alperen, parlementer û şaredarên DTP'yî tehdît kirin | Çap kirin |

Baskê Ciwanan yê ji partiyên nijatperest ên tirk BBP'ê Ocagên Alperen, parlementer û şaredarên DTP'yî tehdît kirin û dozger jî bêdengiya xwe didomînin.

 

Dozgerên tirk ên dema kurdek devê xwe vedike, dikevin nava tevgerê, lê belê heman hesasiyetê ji bo tehdîtên li hemberî kurdan nîşan nadin.

 

Ocagên Alperen, ku Baskê Ciwanên yê ji partiyên nijatperest ên tirk BBP'ê ye, nexşeya dewleta tirk bi navê  'Mîsak î Mîllî' îlan kiribû, parlementer û şaredarên DTP'yî tehdît kirin.

 

Ocagên Alperen ev nexşeya 'Mîsak î Mîllî ji parlementer û ji hin şaredarên DTP'ê re şandine û bi gotina 'Emê şevekê karibin ji nişka ve bên, DTP'yî tehdît kirin.

 

Serokê Ocagên Alperen yê Qeyseriyê Beker Soğman şandina nexşeyê û tehdîta li hemberî DTP'iyan piştrast kir û careke din DTP'yî tehdît kirin.

 

Dozgerên tirk ên li hebmerî kurdan tim di nava tevgerê de, li hemberî vê tehdîtê bêdengiya xwe dewam dikin.

< <<   >> >