| Rêveberiya Rojnameya Gunluk biryara girtinê şermezar kir | | Çap kirin | |
|
Rêveberiya Rojnameya Gunluk biryara girtinê şermezar kir û banga piştgiriyê li raya giştî kir.
Gerînendeya Giştî ya Gunluk Fîlîz Koçalî li dijî biryara girtina rojnameyê, li Cemiyeta Rojnamevanan ya Tirkiyê civîneke çapemeniyê pêk anî.
Tevî xebatkarên rojnameyê, gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û nunerên gelek saziyan jî, ji bo piştgiriyê tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Gerînendeya Giştî ya Gunluk Fîlîz Koçalî di civînê de axivî û biryar girtina rojnameyê şermezar kir û wekî şermeke li hemberî azadiya çapemeniyê nirxand.
Koçalî da zanîn ku hêzên dewletê, bi biryara girtin û zextan, hewl didin dengên mûxalîf bibirin, lê belê digel hemî zext û êrîşan ewê bibin dengê azad yê gel.
Rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û nunerên gelek saziyan ên tevlî civînê bûn jî, biryara girtinê şermezar kir û piştgiriya ji bo rojnameyê anîn ziman. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

