Mal arrow Mal
AKP'ê Serokê AKP'a Amedê ji wezîfeyê girt | Çap kirin |

AKP'ê fatûraya têkçûna xwe ya li Amedê, ji Serokê AKP'a bajêr Ahmet Fîkret Ocal re birî û ew ji wezîfeyê girt.

 

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan di çarçoveya amadekariya hilbijartinên 29'ê adarê de, bi hêviyeke mezin, Ahmet Fîkret Ocal, kiribû Serokê AKP'a Amedê.

 

Lê belê gelê Amedê wekî gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê, derseke dîrokî da AKP û hêviya Tayîp Erdogan têk bir.

 

Erdogan piştî hilbijartinan, ji bo lêkolînkirina encama têkçûna AKP'ê ya li Amed û bajarên Bakurê Kurdistanê komîsyonek wezîfedar kiribû.

 

Komîsyonê jî, rapora derbarê sedema encama hilbijartinan de amade kir û da Erdogan û wî jî, di çarçoveya raporê de, Serokê AKP'a bajêr Ahmet Fîkret Ocal ji wezîfeyê girt.

 

Erdogan beriya Ocal jî, Serokê beriya wî Abdurrahmî Hattapoglu, berî saleke wî ya serokatiya temam bibe, ji wezîfeyê girtibû.

 

Çavdêriyên siyasî yên herêmê, ji têkçûna AKP'ê ya Bakurê Kurdistanê, zîhniyeta Erdogan ya li hemberî pirsgirêka kurd berpirsyar digirin.

 

Çavdêr dibêjin, Erdogan fatûra têkçûnê ji serokên bajaran re dibire, lê belê sedema rastîn û esasî, zîhniyeta wî ya li hemberî pirsgirêka kurd e.

 

Çavdêrên siyasî dibêjin, heta Erdogan ev zîhniyeta xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd negurîne, di mehê de carek jî, serokên bajaran biguherîne, wê nikaribe tu encamek bi dest bixe.

< <<   >> >