| Bankaya Navendî ya Ermenistanê nûçeya rojnameya tirk Sabah derew derxist | | Çap kirin | |
|
Bankaya Navendî ya Ermenistanê, nûçeya rojnameya tirk Sabah ku spartibû MÎT'ê derew derxist.
Rojnameya Sabayê, bi agahiyên spartibûn raporên MÎT'ê îdîa kiribû ku PKK her sal qasî mîlyareke dolar bi riya Bankayên Qibris û Ermenistanê paqij, bi navê din spî dike.
Sabah îdîa kiribû ku PKK pereyan ji Qibrisê dişîne bankayên Ermenistanê û li wir jî pereyan spî dike û wisa bikartîne.
Bankaya Navendî ya Ermenistanê ev îdîayên rojnameya Sabah'ê derew derxistin û got ku , tu eleqeya îdîayan bi rastiyê re nîne.
Bankaya Navendî ya Ermenistanê da zanîn ku li Komara Ermenistanê, sîstema têkoşîna li dijî spîkirina pereyan û fînansekirina terorîzmê heye û di vî warî de bi saziyên navnetewî re hevkariyê dike.
Bankaya Ermenistanê anî ziman ku heta niha ji tu saziyê navnetewî re, derbarê vê mijarê de, tu daxwaz û agahî negihiştiye berdestê wan û îdîayên rojnameya Sabahê derew û dûrî rastiyêne. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

