Mal
Îranê kurdek din jî qetil kir | Çap kirin |

Li navçeya Wan Elbakê li Gundê Gelenler ê hemwelatiyê bi navê Yakup Işik ê 18 salî  bi bahaneya qaçaxçitiya  mazotê kiriye ji aliyê  leşkerên Îranê ve hate kuştin.

 

Li gorî agahiyan hemwelatiyê bi navê Yakup Işik doh ji bo danûstandinê çûye gund û di seatên êvarê de leşkerên Îranê yên Qereqola Mîrome Işik gulebaran kirin.

 

Di encama gulebaranê de Işik bi giranî birîndar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

 

Cenazeyê Işik ji bo otopsiyê li ser sînor tê girtin.

< <<   >> >