Mal arrow Mal
Biryara esasî ya derbarê lîsteya Hîwa de | Çap kirin |

Biryara esasî ya derbarê lîsteya Hîwa de, roja yekşemê weredayin.

 

Ketina hilbijartinên Başûrê Kurdistanê ya lîsteya Hîwa bi îdîaya nêzî PKK'ye biryara qedexeyê hatibû dayin.

 

Lîsteya Hîwa jî, biryara astengiyê wekî hewldaneke ji bo kêfxweşkirina dewleta tirk bi nav kir û ji bo bê betalkirin jî serî li saziya pêwendîdar da.

 

Li gorî agahiyan, saziya pêwendîdar wê di 14'ê hezîranê de serlêdana Lîsteya Hîwa binirxîne û biryara esasî bide.

 

Di vê navberê de, piştgiriyeke din ya ji bo Lîsteya Hîwa jî, ji êzdiyên li Başûrê Kurdistanê hat.

 

Tevgera Êzidiyan a Azad û Demokratîk TEVDA'yê li ser kurdên êzdî daxuyaniyek da û astengkirina Lîsteya Hîwa ya hilbijartinan şermezar kir.

 

TEVDA xwest ku biryara astengkirinê were rakirin û Lîsteya Hîwa jî karibe tevlî hilbijartinên 25'ê Tîrmehê yên li Başûrê Kurdistanê bibe.

< <<   >> >