| Dewleta tirk terora binçavkirinê berfireh kir | | Çap kirin | |
|
Dewleta tirk terora binçavkirina li hemberî xwendekarên zanîngeha berfireh kir.
Hêzên tirk li Qersê, 4 xwendekar bi îdîaya alîkariya PKK'ê, girtin û li Sêrt û Wanê jî, operasyonên binçavkirinê dewam dikin.
4 xwendekarên li Qersê hatibûn binçavkirin, bi îdîaya propagandaya PKK'ê hatin giritn.
Li aliyê din, polîsên tirk li Sêrtê jî, avêtin ser malên xwendekaran û 9 xwendekar girtin binçavan.
Doh li Wanê jî ji bo heman armancê, 18 xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatibûn binçavkirin.
Tê payin, 18 xwendekarên binçavkirî, îro derkevin pêşberî dozgeriyê. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

