| Hilbijartinên serok-komarî ya Îranê sibe pêk tên | | Çap kirin | |
|
Hilbijêrên Îranî sibe, ji bo hilbijartina serok-komarî diçin ser sindoqan û kurd hilbijartinê boykot dikin.
Hilbijartinên serok-komarî ya Îranê sibe pêk tên.
Ji bo serok-komariyê jî, serok-komarê niha Mahmûd Ahmedînecad, Mîr Huseyîn Mûsewî, Mehdî Kerûbî û Mûhsîn Rezayî dikevin pêşbaziyê.
Kurd hilbijartinê boykot dikin û ji 4 namzetan yê zêdetirî dengê ji sedî 50'î hilbijêran bigire, bibe serok-komarê nû yê Îranê.
Heger tu namzet ji zêdetirî sedî 50'î yê dengan negire, wê 2 namzetên herî zêde deng girtibin, bimînin ji bo tûra dûyemîn.
Li gorî çavdêran, wê hilbijartina di navbera serok-komarê niha Mahmûd Ahmedînecad û Mîr Huseyîn Mûsewî de derbas bibe.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK'ê bi daxuyaniyekê ji kurdistaniyan xwestibû ku hilbijartinên sibe yên Îranê boykot bikin.
PJAK'ê dabû zanîn ku di navbera namzetan de tu ferq nîne, hemî di pirsgirêka kurd de xwedî heman dîtinêne û ji ber vê jî, xwestibû neçin ser sindoqan. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

