Mal arrow Mal
KCK: Başbûg îcazet ji rêveberiya Emerîkayê girt | Çap kirin |

kckKCK'ê tehdît û peyamên şer yên Serfermandarê tirk Îlker Başbûg, wekî encama îcazeta ji rêveberiya Emerîkaya girt nirxand.

KCK'ê da zanîn ku gerîla û gelê kurd nebêparastine, li hemberî hemî êrîşan wê bersiva pêwist bide û ji şîdeta û wendahiyên ji niha pê ve jî, wê rêveberiya tirk berpirsyar be.

 


Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Başbûg rexne kir û gotinên wî wekî encama îcazeta ji Washîntonê girt nirxand.

 

KCK'ê bi bîr xist ku piştî biryara dirêjkirina dema bêşerî operasyonên artêşa tirk zêde bûne û gotinên Başbûg jî tên wateya dewama siyaseta tunekirinê.

 

Konseya Rêveber a KCK'ê da zanîn, di cihê ku Başbûg biryara bêşerî wekî firsed bibîne û bikeve nava lêgerînên çareseriyê de, bi îcazeta ji Emerîkayê girtiye, peyama şer û kuştinê dike.

 

KCK'ê destnîşan kir ku Başbûg heman zîhniyeta di dema agirbesta yekalî ya 2006'an de jî anîbûn ziman û got: 'Îro jî serfermandarê wê zîhniyetê, wekî yê berê xwe Yaşar Buyukanit diçe Emerîka û wekî wî peyamên şer, pevçûn, kuştin û operasyonan dide'.

 

KCK'ê anî ziman ku gotinên Başbûg, peyamên rêveberiya nû ya Emerîkayê jî xistina nava gumanan û got: 'Rêveberiya Nû ya Emerîkayê peyamên aştiyane dide cîhanê. Lê belê gotinn Başbûg nîşan didin ku, rêveberiya nû ya Emerîkayê ji bo berjewendiyên xwe, li Kurdistanê siyaseta şîdetê esas digire.

 

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bêdengiya hukumeta tirk jî wekî erêkirina gotinên Başbûg û îspata bêîradeyî nîşan da û got: 'Ev helwest fikarên civakê  ji bo aştî û çareseriyê têk biçin, zêde kirine û şansê çareseriyê kêm dike.

 

KCK'ê helwesta Başbûg û hukumetê li hemberî berjewendiyên gelên Tirkiyê, wekî îxanetek nirxand û got ku, helwesta rêveberiya tirk nîşan dide, wê şer û pevçûn kûrtir bibin û ji şîdet û xwîna ji niha pê vê birije jî, êdî rêveberiya tirk berpirsyar e.

 

KCK'ê da zanîn ku gerîla û gelê kurd nebêparastine û got: 'Gerîa rastiyeke gelê kurd e. Êrîşa li hemberî gerîla, êrîşa li hemberî pêşeroja gelê kurd e. Gerîla û gel wê li hemberî êrîşan bêdeng nemîne û bersiva pêwist bide.

 

Serokatiya KCK'ê ji hemî hêzên demokratên Tirkiyê xwest ku li hemberî operasyon û êrîşan dengê xwe bilind bikin û ji bo çareseriya demokratîk bikevin nava tevgerê û ji gelê kurd jî xwest ku tevgera azadiyê xurtir bike.

 

< <<   >> >