Mal
Ocalan: Bênamûsiya herî mezin, destdanîna ser axa kurdan e | Çap kirin |

ocalan_1

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku, bênamûsiya herî mezin, destdanîna ser axa kurdan û bêkar hiştina ciwanên kurdan e.

Ocalan paqijkirina erdên mayinkirî û rewşa erdan ya piştî paqijkirinê, wekî projeya Îsraîl û Îngîlîstanê nirxand û li hemberî  lîstikan jî civaka Tirkiyê hişyar kir.

 

 

Ocalan projeya GAP'ê jî wekî projeya Îsraîlê bi nav kir û got ku, herêma Haranê parçe parçe dikirin û wê erdên ji mayinan bên paqijkirin jî bigire û wê tu yek jî nikaribe vê asteng bike.

 

Ocalan da zanîn ku heger herêma ji mayinan bêpaqijkirin nede Îsraîlê, wê serokwezîrtiya Tayîp Erdogan jî bikeve xetereyê û got: 'Ji bo vê firsed dan wî. Denîz Baykal û Devlet Bahçelî jî vê rastiyê dizanin. Gotinên wan tenê ji bo girtina dengan e'.

 

Ocalan bi bîr xist ku beriya awê bidin erdhên nêzîk, bi projeya GAP'ê av bi kanalan bigirine Haranê û got: 'Dema nû dest pê kiribûn jî ez çûbûm wir û bi kanalan şandina avê ya Haranê bala min kişandibû. Navê Haran ji Harûnê tê û ew jî birayê Îbrahîm e û tê gotin cihûtî ji wir dest pê kiriye. Lewma ev herêm ji bo cihûyan girîng e. Projeyên wan ên mezin hene'.

 

Ocalan anî ziman ku herêma sînorê Suriyê, herêmên baş û berhemdarin û got: 'Wê wan deveran ji destê kurdan bigirin. Kurdan bêkar û bêhêz dihêlin. Keç û xortên kurd ên 18 û 20 salî dişînin karên li Herêma Behra Reş, Marmara û Egeyê. Behsa  kuştinên namûsê dikin, lê belê bênamûsiya herî mezin, ev pêkanîna li hemberî kurdan e'.

 

Ocalan destnîşan kir ku ji tevî projeya GAP û aqûbeta erdên mayinkirî, netew-dewletî jî, projeya Îsrîal û Îngilistanê ye û got: 'Emerîka pişt re tevlî vê projeyê bû. Li ser netew-dewletê gelek kes fikirîn, Marks jî, Lenîn jî nekarîn lîstika netew-dewletê ya Îngilistanê fêm bikin. Marks jî, Lenîn jî û Mao jî ketin kemîna netew-dewletê ya Îngilistanê.Lê belê ez neketim û min li hemberî vê Projeya Rojhilata Navîn ya Demokratîk pêk anî'.

 

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan careke din girîngiya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk anî ziman û got: 'Divê Kongreya Civaka Demokratîk ne tenê 3-4 roj, divê her roj bixebite. Divê hertim civînan pêk bînin, nîqaşan bikin û heta encam bi dest bixin û heta çareseriyê tim di nava tevgerê de bin'.

 

Ocalan xwest ku Kongreya Civaka Demokratîk projeyên çareseriyê amade bike û konferansan li dar bixe û got: 'Dikare li Amedê kongreyek pêk bîne. Divê ji hemî derdoran kurd, kesên têkildarî kurdan, akademisyen û rewşenbîrên dost jî tevlî kongreyê bibin û pêşniyarên çareseriyê bînin ziman.

 

Ocalan da zanîn ku kongreyeke din ya ji bo heman armancê dikare li Enqerê jî pêk were û got: 'Ji DÎSK, ODP, heta çepgir, rewşenbîr û dost li Enqerê werin cem hev û kongreyek pêk bînin. Bi vê kongreyê hemî pirsgirêkên Tirkiyê nîqaş bikin û pêşniyarên çareseriyê bînin ziman. Wekî mînak dikarin Destûra Bingehîn ya xwe pêşniyar bikin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka Tirk, pirsgirêka Kurdistanê jî, pirsgirêka Tirkiyê ye. Dixwazin kurd û tirkan bidin şerkirin û tirkîtî hepsê Anatoliyê bikin. Bi vê yekê jî wê tola dîrokî bigirin'.

 

Ocalan bi bîr xist ku Alparslan bi hevkariya kurdan re ketiye Anatoliyê û got: 'Rewşa îro jî, dişibe reşwa têkiliyên Yavuz Sultan Selîm û Şerefxan beg ya Bîdlîsê. Wê demê Îraniyan, bi zehmetiyan re rû bi rû hiştibû. Lê Yavus Selîm bi Begê Bîdlîsê Şerefxan re hevkarî kir û ji zehmetiyan rizgar bû. Rewşa Mûstafa Kemal jî wekî vê ye.

 

Ocalan dîsa bal kişand ser pêwistiya Akademiya Siyasetê û got: 'AKP ji ber Akademiya Siyasetê bû partiya yekemîn. Dengên DTP'ê di sedî 5'an de man. Heger Akademiyên Siyasetê hebûna, wê dengên DTP'ê di sedî 10 û 15'an de bûye. Siyaset tiştek cidiye. Li Tirkiyê siyasetmedar, rewşenbîr, mirovên dewletê û demokratên rastîn nîne. Evqas hêza wan ya siyasî heye, lê belê wê nabînin û nikarin wê vegerînin hêzeke aborî jî.

 

Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan hukumeta tirk jî rexne kir û da zanîn ku tu plana çaresaeriyê ya hukumetê nîne û tasfiyekirinê difikire.

 

Ocalan hukumeta tirk bi bêcesaretiya siyasî nirxand û got: 'Tûrgût Ozal bi cesûr bû, Necmettîn Erbakan jî xwest tiştan bike. Lê belê di hukumeta niha de cesareta siyasî û cidiyeta siyasî nîne'.

 

Ocalan bi bîr xist ku ji serfermandarên tirk yên berê Hîlmî Ozkok hewl da pêşiya sivîlan veke û got: 'Bi serê xwe siwarî jet û wesaîta bin behrê dibû. Bi van peyam dida, bi cesûr tevdigeriya û xwest pêşiya siyasetê veke. Lê belê ceserate sîvîlan nîne'.

 

Ocalan banga Serfermandarê tirk Îlker Başbûg ya berdana çekan jî rexne kir û got: 'Çawa emê çekan berdin? Çekberdan dema aştî pêk bê, dibe. Ma niha aştî pêk hatiye an diyalog heye?'

 

Ocalan li ser gotinên Başbûg ên derbarê netew-dewletê de jî got ku, helbet wê gotinên xwe bibêje, emê jî tiştên xwe bînin ziman.

 

Ocalan biryara dirêjkirina dema bêşerî ya heta 15'ê tîrmehê jî erênî nirxand û got: 'Bi îhtimaleke mezin wê heta 1'ê îlonê jî dewam bike. Divê heta wê demê herkes bi berpirsyar tevbigere. Kongreya Civaka Demokratîk kom bibe û projeya xwe bîne ziman. Heta wê demê projeya kî hebe, bila bibêjin. Bi vî rengî wê nexşeya rê derkeve holê û dewlet jî heta wê demê dîtina xwe bibêje'.

 

Ocalan derbarê îhtimala berovajî de jî dîtinên xwe anî ziman û got: 'Îhtimala din jî heye. Dewlet dikare bi girtina piştgiriya Emerka û hêzên din, êrîşan bike. Di rewşeke wisa de, wê KCK û PKK heta dawiyê li ber xwe bide. Divê herkes bi cidî tevbigere. Divê di şer de jî û di aştiyê de jî cidî tevbigerin. Biryara piştî 1'ê îlonê wê bi xwe bidin. Piştî 1'ê îlonê ezê bi xwe bêalî bimînim'.

 

Ocalan nîqaşên derbarê başkirina şertên wî de jî axivî û got: 'Şerên min yên li vir bi çêkirina 2-3 avahiyan û bi anîna 5-6 kesan çareser nabe. Ji bo karibim xizmetê çareseriya pirsgirêkê bikim, divê pêşiya min bêvekirin û karê min bêrehetkirin. Em hewl didin pirsgirêkeke 600 salî çareser bikin. Yanî ev karekî cidiye. Heger dixwazin rola xwe bilîzim divê pêşiya min were vekirin. Berpirsyariya min ya dîrokî heye. Min ev yek ji dadger re jî gotibû. Parlmen dikare komîsyonek ava bike û ez jî dikarim ji wan re pêşniyarên xwe bînim ziman. Heger ne-ecibînin û îkna nebin, êdî çi dizanin bila bi xwe bikin.

 


< <<   >> >